Çalakvanin ji xelkê Colana Sûrî ya dagîrkirî, ragihandin ku îro roja înê, ji bo piştgiriyê bidin şoreşa Sûriyê, dê li Meydana Pakrewanan li bajarê Mecdel Şems rawestanekê li dar bixin.
Û ev daxwaz ji aliyê xelkê Colana Dagîrkirî ya ku di bin navê “Hûn Deng in Em Vedeng in” de hat, wek tekeziyekê ku ew piştgiriyê didin xwedanên xwe li tevaya xaka Sûriyê, nemaze tevgera li bajarê Elsiwêda li dijî rêjîma Esed.
Û di heman mijarê de, çalakvanan û saziyên civakî yên çalak ên bajarê parêzgeha Dêrazorê, duh pênşemê, daxwaza derketina xwepêşandanê di îro înê de kirin, ji bo daxwazkirina rûxwandina rêjîmê û qewtandina milîseyên Iranî ji deverê.
Û ev daxwaza beşdariya di xwepêşandanê de, li ser mediya civakî belav bû, di bin navê ” Ji bo daxwazên gelê me cîbicî bibin, berdêl ji guhartinê re nîne,”, û daxwaza rûxandina rêjîmê û qewtandina milîsên Iranî ji deverê kirin.
Û bajarên Sûriyê, nemaze bajarê Elsiwêda, di vê hefteyê de xwepêşandanên mezin li dar xistin, û xwepêşenderan daxwaza koçkirina rêjîmê kirin, û nerazîbûna xwe ji rewşa aborî ya dijwar ya ku Sûriya têre derbas dibe anîn ziman, û diruşmên serbestberdana girtiyan ji zîndanên rêjîmê bilind kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî