Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di rapra xwe ya ku duh înê derketî de, da xwiyakirin ku rêjîma Elesed rayedarên leşkerî yên tevlî binpêkirin û tewanên dijî mirovahiyê û tewanên cengê bûne, dixe postên herî bilind yên rêvebirina sivîlan di dewletê de.
Û raporê anî ziman ku rêjîm bi piraniya saziyên xwe ve tevlî binpêkirinên berfireh û rêbazkirî bûye, û got ku gelek ji wan binpêkirinan wek tewanên dijî mirovahiyê û tewanên cengê pêkhatine, û saziya artêşê û dezgeha ewlekariyê di serê lîsteya wan dezgehan de ne, û bal kişand ku ne kêmtir ji 14737 kesan ji berpisyarên dewletê bi binpêkirinan tuhmetbar in.
Û di raporê de hat ku ji nav wan kesên ku hatine hilbjartin daku cihên nû û bilind di dewletê de dagrin, lîwa Gesan Helîm Xelîl e, yê ku wek parêzvanê Elhesekê hatî danîn, yê ku berê wek serokê Şaxê Agahiyan 255 di ewlehiya dewletê de ji 2010 ta 2013 kar dikir, û navê wî di lîsta cezayên Ewropî û Kenedî û Birêtanî de hatiye.
Û raporê zelal kir ku Gesan Xalîl di sala 2013an de serokê Şaxê Derve 279 bû, û di sala 2017an de cîgirê rêvebirê rêvebiriya asayîşa dewletê bû, û serpereştiya artêşa Sûrî ya Eliktironî dikir, ya ku dikeve malperan û rûpelên kesên rikberiya rêjîmê dikin xirab dikirin, û bi şopa rojnemevan û çalakvanan dikeve, daku wan bigire û îşkence bike.
Û Saziya Mafnasî di rapora xwe de tekez kir ku rêjîm dixebite da tevaya pileyên serdariya leşkerî û sivîl têxe destê kesên di tewanên dijî mirovan û tewanên cengê de beşdar bûne, da çaranûsa xwe û wan pev girêde, û berevaniya wan a di ber rêjîmê de wek berevaniya wan di ber xwe de be.
Û raporê temînî li Netewên Yekbûyî kir, da pirosesa veguhestina siyasî bilez bike, di dema nebêtir ji şeş heyvan de pêk bîne, û diyar kir ku ev yek nahêle rejîm û hevalbendên wê dest deynin ser hemî saziyên dewletê.
Û Tora mafnasî di rapora xwe de daxwaza fişarên yekser li ser rêjîmê kir, daku kesên tevlî tewanên dijî mirovahiyê û tewanên cengê bûne nexe postên serpereştiya welêt.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî