Îro ,roja heftemîn li dû hev, xwepêşandaneke nû li bajarê Elsiwêda derket, û xwepêşander li kolanên bajêr geriyan, û daxwaza koçkirina rêjîmê û serbestberdana girtiyên di zîndanên wê de kirin.
Û xwepêşanderan dengên xwe bi duruşmên aştiyanebûna xwepêşandanan bilind kirin, û pêwîstiya ku xwestekên şoreşa Sûriyê yên bidesxistina azadî û rûmetê bicî werin, û tekezî li ser rûxandina rêjîmê bi hemû sitûn û sembolên wê ve kirin.
Û ji duruşmên nû yên xwepêşenderan îro li bajarê Elsiwêda hildane: “Siwêda rabe rabe, koşka komarê bihejîne, tu li ku ye tu li ku ye Sultan welat bû yê Iran”.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, pesnê xwepêşandanên bajarê Elsiwêda û yên bajarên din da, û silav ji welatparizî û xebat û xweragiriya nevîyên Sultan Paşa Eletreş re şandin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de tekez kir ku xwapêşandanên li bajarê Elsiwêda derdikevin û li kolannên bajêr digerin, rastiya gelê ku dixwaze ji bin lepê sitemkariya hêzên ewlekariyê derkevê diyar dike, lewra li hember hikûmeta zordar serî hildane.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî