Hadî Elbehra
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî
16Tebaxa 2014z
Berêzan silavên xwedê li we bin
Di vê dema ku ez bi we re diaxivim kurên sûrya canê xwe bi qurbanî didin welatê xwe, di ber azadî û rûmeta xwe de, li Helebê û Dêrazorê yên ku bi mêranî di rûyê tawanên Esed de rawestiyan, û ta niha jî Esed berdewm e di avêtina bermîlên teqîner bi ser wan de , ew leheng dê berdewam jî bimînin di rûyê vê tîrostiyê de ya ku Sûrî û tevaya herêmê wêran kir, û dijîtiya vê tîrorê erkê herkesî ye bê cudahî.
Îro ji herkesî tê xwestin ku şerê daişê bikin û hemi xakên di bin destê rijêmê de rizgar bikin, destwerdanek zû û bibandor ji bo alîkariya Artêşa azad tê xwestin dijî çetayîn tundrew û tîrorîst yê ku tawanên diltezên kirine û dikin.
Cîhanê bi tevayî dît ku çawa Daiş serê bidehên mirovan bi kêran jêdike, û hat guhdarkirin ku çawa bi gelek zimanan diaxivin, ev diyar dike ku ew biyanî ne û ne sûrî ne, biyan in ji çand û şaristaniya me,ew hatine welatê me ji bo tîrorîstiyê biçînin bi piştgiriya rijêmê ya ku deverên dijî wan topbaran dike,da destdanîna ser deveran ji wan re hêsan bike.
Bi navê mirovahiyê ez bang li Neteweyên Yekbûyî û welatên baweiya wan bi mafê mirovan heye û bi taybetî Emerîka dikim, ku çawa li Kurdistana Iraqê dan û standin bi rewşê re kirin, weha jî li sûriyê bikin ji ber ku sedem her yeke, û dijmin jî yek e û nabe bi du mêzênan bipîvin, ez ji wan dixwazim ku zû destêwerdanê bikin da komkujiyên Esed û Daiş dijî gelê Sûrî yê setembar rawestînin.
Encumana Ewlekeriyê biryarek di bin Beşê Heftan de li xwe girt ji bo sizayan li ser rêxistinên tîrorîst bisepîne, ez vê biryarê bilind dinirxînim, û hêvîdikim ku welatên cîhanê bi tevayî pê pabend bin, û zû destwerdanê bikin da pêşketina van rêxistinên tîrorîst rawestînin li gor belgeya neteweyên yekbûyî û yasaya navdewletî û mirovahî û pabendiya yasayî û wicdanî yên ku li ser wan ferz dikin destêwerdanê ji bo parastina sivîlan bikin.
civaka navnetewî sersar e di sepandina fişaran li ser rijêma Esed, ji bo ku ber bi guhestina siyasî de bê, da hêviyên gelê sûrî di azadî û rûmet û mirovahiyê de pêk bên,ew sersarê bandora xwe li me tevan dike dema ku diyardeya tîrorîstyê gur dibe, ya ku eger rijêma esed neroxe û derfet ji gelê sûrî re venebe da dewleta niştimanî û dîmoqrasî ava bike çareser nabe.
Dilovaniya xweda ji şehîdan re
Saxî bo birîndaran
azadî ji girtiyan re
Serfirazî û azadî ji sûriyan re.
Bijî Sûriya.