Hadî Elbehra
Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî
7ê Rezbera2014an
Rêzdarê hêja Ehmed Wild Tikdî wezîrê karê derve yê Komara Morîtanî, Serokê Xula vê carê ya Encumena Komkara Dewletên Ereb. Xwediyên payeberziyê, qedirgiranî û şahiyê, silava Xwedê li we be:
Rê bidin min, ku bi navê xwe, û bi cîgiriya şanda hevrê, spasî, hurmet, û hezkirinê bidim Komara Misra Erebî. Herweha spasiya Rêzdarê hêja birayê min D. Nebîl Elerebî Razdarê Giştî yê Komkara Dewletên Erebî ser tiştên ku ji bo xizmeta karê erebî yê yekgirtî dike dikim. Ez jibîr nakim ku spasiya birayê rêzdar û hêja Selahidîn Mizwar li ser keda wî di dema serokatiya xula bûrî de bikim. Dixwazim pîrozbahiya birayê rêzdar û hêja Wild Tikdî li ser serokatiya wî ji vê xula ku hêvî dikim despêkek xêrdar be li ser cihana erebî bitevahî.
Îroj ez li himber we diaxivim, û agir li weatê min hîn gur e, ji ber rêjîma ku tu çek nehiştine bê ku bikar bîne, û rewatiya navdewletî û yasa û destûr binpê kirine.
Welatê min yê ku hûn xweş nas dikin, welatê çand û şaristaniyê ye, gelek di ber mirvahiyê û herêmê de kir, niha li ber çavê hemûyan wêran dibe, ne ji ber tu tiştî, tenê ji ber milletê me rûmet û azadî xwest, xwest ku Sûriya welatê hemûyan be, û mirov tê de pêş bikeve. milletê me bitevaya xwe Ereb, Kurd, Tirkman, Sinne, şî´a, Elewî, Durzî, Ismaîlî, Kasolîk û Ersuzuks derketin û bang kirin ” Miletê Sûrî riswa nabe”. Û îroj ez jî ji we re dibêjim ku milletê Sûriyayê çi bi serê wî were jî û sitemkar wî biêşînin riswa nabe.
Milletê me gelek qurbanî ji xwîna xort, zilam, jin û zarokên xwe dan, her tişt kir qurbanî, û îro êşa kuştin, bêwarî, û sirgûnkirinê dikêşe, lê ji bilî Xwedan ji tu kesî re serçog nabe. Azadiya Sûriyayê û rûmeta wê û hemwelatiyên wê armanca ku giyan ji bo wê erzan dibin, û îroj milletê me ketiye cenga mezin dijî tawankirina rejîmeke rêzê nade tu yasa û destûran, û dijî tiroreke kor û reş, dûrî çanda millet me û pêşketina wî ya şaristanî ye
Miletê me yê ku niha rastî Tawankariya rêjîma ESED, bi piştgiriya mîlîşeyên milîperest yên ji aliyê Lubnan, Iraq, û Îran û tirorêstên Daişê tê, çavnêrê hemû biraderên xwe ye ku pê re bo qirkirina van mikrobên ji goşt, wijdan, rewişt û sergeyên mirovatiya wî bengîn dixwin alîkar bin.
şerê me bi zordestiyê re şerekî dijî tiroristiyê ye, ji ber sedema tiroristê zordarî ye, em nikarin tirora ku gefan li hemû welatên me dixwe bidawî bikin bê rakirina sedemên wê yên bingehîn, ew jî ev rejîm ku gelek welatên Ereban zirar jê dîtin. Rejîmê tiror li hemû cih û deverên herêmê belav kir.
tev kêmaniya karîn û çekan, lê îro lehengên Artêşa Azad mîna çiyan li hemberî vê penceşêra li seranserî herêmê belav dibe şerin balkêş dijî tawankirinên rejîma Esed û tirora Daiş ya reş dikin. Ji destpêkê de me her kes hayedar kir ku mana vê rejîmê wê xwezayeke guncaw bo şaxdana tiror û tundiyê çêbike, me hayedarî bo metirsiya van girûpan kir û me got hiştina wan wê wan bêtir belav û xurt bike, û niha em komkujiyên Daiş dijî miletê Sûriyê û Iraqê li Mûsil û Şingalê dibînin.
Gelê Sûriyê tevlî êş û birînan li pişta Êzîdiyan di bobelata wan de li Îraqê radiweste, û ji êş û azarên xiristyanan re li Mûsilê jî piştgir e, û ji wan re dibêje ku em di yek cengê de ne û dijminê me yek e, ew tîroristiya reş û setemkariya xwînrêj e.
Em bawerin ku divê tevgerek lezgîn bibe ji bo fişaran li rijêmê bike, da ber bi biryrên rewaya nêvdewletî bê, û guhestinek siyasî li sûriya pêk bê, da desthilatek veguhêz bê encamdan ku bikaribe şerê tîroristiyê bike, û sînorekî ji tundrewiyê re deyne.
Rikberî tevlî proseya siyasî bû ji ber ku baweriya wê bi rawestandina rijandina xwîna gelê sûriyê heye , û ji ber ku dixwaze sûriyake demoqrat û bidad ava bike, û me ji despêkê de ragihand ku aramî li sûryê çênabe eger desteyek rêvebirî veguhêz çênebe û divê ew deste hemî desthilatên cîbecîkirinê bi dest xwe ve bigire, û diyardeya tundrewî û tîroristiyê nehêle.
Qunaxa veguhêz divê ana dest pê bike,piştî ku tiroristî gur bû û giha welatên cîran û fişar li asaya herêmê û cîhanê kir, ji lewra em tekeziyê li ser pêwîstiya deranîa biryareke zelal dikin, ku Esed neçar bike, ji desthilatê dûr bikeve, û dest bi karûbarê pêkanîna desthilateke veguhêz bike, hemi hêzên cîbecîkirinê di destê wê de hebin.
Xuşk û birayên hêja:
em kar dikin ji bo cîhaneke Erebî xwedan aramî û asayî û ewlehî, û em dilxweşiya xwe diyar dikin ji bo ked û karên hemi welatên Ereb yên bira yên kar ji bo pêkanîna dîmoqrasî û aramiyê dikin , û em hemi destwerdanên têkbirina aramiya Libnan ret dikin, em ji desthilata Libnanê hêvî dikin ku fişaran bike da qepsûna kirîzê hilke bi kişandina çeteyên Hizbulah ji Sûryê.
Tevlî ku desthilata libnanê xwe dûrî destêwerdana li sûriyê kir, lê ev nayê wateya ku xwe nede ber penaberên ku li ser xaka wê ne, di çarçuveya yasaya nêvdewletî û mirovî û yasaya mafê mirovan.
Û em helwesta Sûriyê ya neguhêr sebaretî kêşeya Felestînê dupat dikin ,ew kêşeya Ereban ya sereke ye ,û em piştgiriya hemi ked û karên desthilata niştimanî ya Felstînê dikin ji bo vegerandina mafên gelê Felestînê û damezirandina dewleta xwe ya serbixwe.
Xuşk û birayn hêja:
Komkara Erebî ji destpêka şoreşê de gelek hewil dan ji bo gemkirina kuştinê û dîtina rêçeke asa ji veguhestinek siyasî li Sûriyê , ku rijandina xwînê rawestîne û hêviyên gelê Sûrî di avakirina dewleta xwe ya azad û dîmoqrat ku ya tevahiya sûriyan be pêk bîne.
Rikberiya sûrî her û her ked û karên komkara Erebî bilin dinirxandin û dixwest karê wê biserbixe, lê serhişkiya rijêmê ku xwe di ser Ereban tevan re didît, û qerfên wî bi birayên wî yên Ereb, nehişt ku meremên komkara Erebî pêk bên di alîkariya gelê sûryê de.
Em di hevbendiya niştimanî sûrî de em careka din piştgiriya xwe ji ked û karên komkara Erebî re ji bo rawestandina rijandina xwîna sûriyan dûpat dikin , û em tekez dikin ku rêjêma ku gelê xwe kuştiye û têperiya namûsa wî kiriye li daniştgeha Sûriyayê di komkara Erebî de rûnanê, û ne şahnazî ye ji we re dema yekî ku gelê wî, wî naxwaze û li dijî wî şoreş kiriye wek nûnerê gelê sûrî di nav we de rûne,rijêmeke ku gelê sûrî tevde kiriya yan girtî yan penaber li welatên derdor.
Vê rijêmê bi ya vê komkarê nekir, û qerfên xwe bi biryarên wê kir, û endamên wê wek xiniz û tîrorist tometbar kirin, niştegeha sûriyê di komkara Erebîde tu kes nagire ji bilî gelê sûriyê, yê serbilind, yê ku hûn tev disoziya wî ji aliyê karên Erebî ve nas dikin.