Gotar
Binavê Xudayê mezin û Mehreban
Xizim û birayên min, Sûriyên xweştivî, gelî xwergir û qehremanên li hember dirindetirîn dijmin û pîstirîn zordarî
Bo hilgirên xetîrên azadiyê, bo dîl û girtiyên me yên dilêr
Bo dayikên dîl û girtî û şehîdên me;
Tevlî êş û azaran, ji mafê we ye hûn ahengê bi cejna pîroza ya Xweda daye me bikin, û hûn zarokên xwe bibînin kêfxweş digirnijin ,ew girnijîna zordar hewl daye li ser lêvên wan nehêle.
Heyva Remezanê, heyva serkeftin û têkşikandina zordar û destek û çeteyên wî bû, û tabûr û hêzên şervanan li Idlib û Der’a û Helebê destkeftinên mezin bidest xistin li dijî dagîrker û çeteyên Hizibulaha terorîst û mêlîşeyên tayîfî li Qlemûn û Zebedanê.
Piştî ku rêjîm têkşikestî û piştgirên wê ji rawestandina Şoreşa me bêhêvî bûn, bi şêweyekî neçaverêkirî bi zêdekirina tawanên xwe rabû, ku hejmara şehîdên heyva Remezanê gihişt 2420 şehîdan û di nav wan de 300 jin û zarok, ku sêyekî şehîdan ji Helebê ne û yên din ji Zebedanê û gundewarê Idlib û Xûta Şamê ne, hatine şehîdkirin bi bombebarankirina hêzên Esed ji wan re bi sedên mûşek û bermîlên teqîner, piştî jidestdana kontrola xwe ji 75% ji xaka Sûriyê, biqasî vê hejmarê serbazên rêjîmê jî hatine kuştin, herçende ku di maweyê şeş heyvên bûrî de nikarîbû bostek ji axa jidestdayî vegerîne.
Gelî Sûriyan; hûn qehreman û parêzvanên qad û rûmetê ne û li benda serkeftina şoreşa xwe ne, nemaze ku rêjîm têkşikestiye li ser piraniya qada Sûriyê piştî ruxandina wî di dil û wijdanê we de û rewaya xwe jidest da ku hîç behaneyek bo mana wê nemaye.
Ez hest bi azarên dayîka her şehîdekî dikim, hest bi azarên her penaberekî li kolan û kampên penaberiyê dikin, hest bi êşên her dîl û girtiyekî di girtîgehên zordariyê û rêjîma wêya gendelkar dikim. berdewamiya şoreşa me ji bona tevahiya zarokên me jiyanek nû bi azadî û serbestî bijîn.
kar ji bona azadiya Sûriyê netenê li ser milê yek pêkhate û yek hêzê ye, ku dikeve li ser milê hemû Sûriyan; ji ber vê yekê ez destê xwe bo hemûyan dirêj dikim û wan daxwaz dikim bo em bi hev re kar bikin, bi armanca hevpeyvînê û redkirina tunderewî û jihevketinê ya ku rêjîm û hevalbendên wê û hêzên terorîst li ser dijîn, di destpêka wan de rêxistina DAÎŞê û tîmên mirinê yên tayîfeperest ên ku em sûr in li ser dijberiya wan û em pabendin ku Sûriya Paşerojê wê welatekî azad be û bo hemû welatiyên wê be û wê bi zend û milên wan bête avakirin û wê bi dan û destpêşxeriyên wan geş bibe.
Ku rêjîma Bişar û hevalbenda wî Îran, berpirsayetiya mezin dihdilgirin li hember tawanên berdewam di derheq gelê Sûriyê de, lê herwiha civaka navdewletî jî berpirs e ligor yasaya navdewletî di ber parastina giyanê miletê Sûriyê de.
Pêwîste Netewên Yekgirtî li hember penaber û koçberan bi perpisyariyên xwe rabe, piştî rawestandina piraniya alîkariyên navdewletî li ser kampên penaberiyê.
Di vê mijarê de û bi vê helkeftê ez Sipasiya gel û desthilatên cîran yên xelkê Sûriyê hewandine dikim, bi taybetî Sipasiya Urdin û Tirkiya û Herêma Kurdistanê dikin û herwiha sipasiya dewletên dost û bira yên piştgiriya şoreşa me kirine û li kêlek gelê me û armancên wî yên rewa rawestiya ne.
Ez bejna xwe ditewênim li hember xwerageriya şervanên me yên qehreman di meydanên rûmet û serfiraziyê de.
Hersal Sûriya bi rûmet û serfiraz be
Dirûd û silavên xudê li we bin.
Xalid Xoca
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê
17 Tîrmeh 2015