Encûmena Niştimanî Kurdî siyaseta zordarî û serxweveçûn û destdirêjiyê ya ko Partiya Yekîtiya Dîmuqrat û çekdarên wê bi gefa Çekan di derheqê Gelê Kurd û tevgera siyasî Kurdî pêk tîne pirotesto kir.
Her wiha Encûmenê kirdeyê revandin û girtin û leşkeriya neçaretî di derheqê her kesê ko ne bi nerîna wan re ye ji Gelê Kurd pirotesto kir.
Piştî ko komek ji Çekdarên PYD ji çar endaman bi turumbêleke Cêb ya camên wê tarî roja pêncşemê 16.07.2015an ketin mala birêz Hesen Remedan Elî endamê komîta navendî ya Partiya Dîmuqrata Kurdistan-Sûriya û ew girtin, û tirs xistin nav zarokên wî de û her wiha Endamên PYD roja 15.07.2015 hevwelatî yê bi navê Es’ed Ibrahîm Yasîn û kurê wî yê piçûk girtin û ew ji aliyê Asayişa ve bi behaneya ko cilên Pêşmerge li xwe kirine hate eşkencekirin.
Her wiha Encûmena Niştimanî tekez kir ko ev karên ji aliyê PYD ve dibin, bûne sedema ko herêma Kurdan ji xelkên wê vala dibe.
Encûmena Nitimanî Kurdî doz li Partiya Yekîtiya Dîmuqrat kir ko dev ji evan siyasetan û kirdeyên çewt yên ko ziyanê digihînin Gelê Kurd berde. Her wiha doz kir ji bo hevwelatî Hesen Remedan Elî û Es’ed Ibrahîm Yasîn û hemû girtiyên siyasî ji zindanên xwe berdin û operasiyonên fişar û girtin û leşkeriya neçaretî di derheqê xortên Kurd de rawestînin.
Jêder: Hevbendî-Daxuyaniya Encûmena Niştimanî Kurdî