Gotara Xalid Xoce
Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî
13 Sibata 2015an
Desteya Giştî a Rêzdar:
Hevkarên birêz
Ez bixêrhatina we di civîna xuleya nozdemîn de a Desteya Giştî bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî dikim.
Xoşk û birayên hêja:
Di dema ku em nêzî derbasbûna sala pêncan ji şoreşa pîroz re dibin bi hemû guhertinên têde çêbûn, bi hemi êş û serkeftinên wê, em di guhrtineke dîrokî dî de derbas dibin, çiqas bitirs e, ewqasî ji me re weke derfetekê ye bo guhertin û dûbarekirina hesaban, çaksazkirina hundur, û yekirina bizavan bo pêkanîna armancên şoreşê.
Çiqas guhertina di helwestên navdewletî û herêmî de mezin be, nagihê asta ku cudahiyekê bixe pirsgirêka têkoşîna bo pêkanîna dadwerî û azadiyê li welatê me, eger ne bi hêza vîna me, hûrbîniya hesaban, û lixwevegera berdewam ve girêdayî be.
Hevkarno:
Berdewamiya rejîma kuştinê a Şamê di siyaseta çinîna giyanan, birçîkirin, dorpêçkirin, û girtinê li me ferz dike ku giraniya baweriya di stuyê me de deynin ber çavê xwe, divê em roj û şevan bi kar bighînin hev ta ku em şoreşê bigihênin asta ku bi aqilê dewletê birame, û em berjewendiya milletê xwe ku buhatirîn tişt daye bixin pêş her tiştî de, pîvanên zanistî deynin, em bi hemû şeweyên ku asta şoreşê bilind bikin kar bikin, ta şoreş li pêş millet û cîhanê bibe jidêvla rejîma kuştinê a ku cîhanê tev de ji rê dibe û dibêje ew dikare aramiyê misoger bike, û ji bilî min çi kesên dî tevlîheviyek bêtir e.
Hêvî dikim ev xul ji civînên desteya giştî destpêka pêkanîna nexşeyek rê ya nû be, guh bidin guhertinên awarte di meydana hundur, herêmî, û navdewletî, û sûdê ji belgeyên ku me berê deranîne wergirin, nemaze giringtirîn Belge ji Wan wek Peymana Niştimanî, Nerîna Siyasî Bo Sûriyeke Nû, pirojeyên Aştiya Mirovahî û Dadweriya Veguhêz. Em pilana kar di qonaxa bê de û guhrtina ku divê li gor vê nerînê be gotubêj bikin, û pêdiviyên vê yekê amade bikin.
Bi navê xwe û bi navê Desteya Serokatiyê, ez tekez dikim ku em ê dest bi dest bi hev re kar bikin ta em karê xwe bigihînin xewna ku li ber çavê her pakrewanî bû dema jiyana xwe ji dest dida.
Serkeftinê ji xwe û we re û ji şoreşa me re ji Xwedê dixwazim, ji şehîdan re hêviya cihin bilind û bala dikim, ji Sûryayê re azadî.. û silava xwedê li we be.
Xalid Xoce