Wezareta derve ya Fransî tekez kir ko çi guhertin li Sûriyê çê nabe eger Esed ji desthilatê koç neke. Ewê li daxuyaniya Stîvan Dî Mistora vegerandiye ya ko tê de dibêje li Sûriyê “Esed parek ji çareseriyê ye” û wê gengeşeyê digel wî bike, berî ku raporta xwe li ser rewşa Sûriyê pêşkêş bike.
Cîgirê serokê Hevbendiyê Hişam Merwe tekez kir ko daxuyaniya Dî Mistora “dixwaze li ser hesabê pirinsîbin siyaseî yên nayên guhertin Esed razî bike. Ji ber ew daxwaz ne li gor bendên yasayî yên Cinêva 2 û ravekirina navdewletî û Emrîkî jê re ne, wek ko ew dixwaze arîşeyên xwe bi Esed re li ser hesabê tiştine ne yasayî û ne siyasî têne pejirandin çareser bike.”
Merwe tekez kir ko pêşinyara Dî Mistora ruhniyê nabîne çimkî Esed bi tawankariyên Cengê û bi qirkirina komelî rabûye û tu çareserî li Sûriyê nabin pêvî bi koçkirina Esed û ev ji herkesî re hatiye xuya kirin.
Cîgirê Serokê Hevbendiyê got: “Em bi hêvî ne ko Dî Mistora Navgîniyekî pak û bêalî bimîne û bila dûrî pêşinyarên ne bi dilê Hevbendiyê û Hevalên Gelê Sûriyê bikeve. ”
Elmerwe got: “ tirs heye ku hin hene bizava çêkirina Hevrikiyekê dikin ko mana Esed bipejirîne, ew jî daxwaza Îran û Rûsya ye.”
Herwiha berdevkê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit got: “Gerek Netewên Yekbûyî helwesteke tund di derbarê rêjîma Esed de bistîne ”, Elmislit doza rêzgirtina Hevpeymanên Navdewletî û piştgiriya Artêşa Azad kir.
Jêder: Hevbendî+Elşerq Elewset+Eljazîre