Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Roja çarê Nîsanê ji her salê bîranîneke bi êş e ji Sûriyan re, ji ber ku ew salvegera komkujiya kîmawî ya rêjîma Esed e ya di sala 2017an de li dijî sivîlan li bajarê Xan Şêxûn li gundewarê Idlibê pêk anîbû, û tê de 91 sivîl şehîd bûn. (32 zarok û 23 jin di nav wan de hebûn), û 540 kes tûşî xeniqînê bûn, di encama bikaranîna gaza sarîn a jehrîn di bombebarankirina taxên nişteciyan de.
Sistbûna navdewletî di serederiya bi rêjîma Esed re, tevî ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî berpirsyariya rijêmê di ber bikaranîna çekên kîmawî de li dijî armancên sivîl li Sûriyê çesipandiye, rêjîma Esed han da li ser ku danûstandina hovane bi sivîlan re berdewam bike, û hişt ku ew karibe astengiyan li ber her hewleke girêdayî çareseriyeke siyasî derxe, û çira kesk jê re vêxistin da tawanên xwe bi curbecur rengên çekan dubare bike, di nav de çekên kîmawî, yên ku 181 caran li dijî gelê Sûriyê bikar anîn, piştî ku rijêmê peymana qedexekirina berhemdan û bikaranîna çekîn kîmyayî di Îlona 2013an de pesend kir.
Di vê salvegerê de, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez dike ku ev tawan bi bûrîna demê re nayên lêbûrînkirin, û divê civaka navdewletî mafên qurbaniyên Sûrî dabîn bike, ji ber ku bi salan e ew li benda dadweriya navdewletî ne, da berpirsên tawanên şer û tawanên li dijî mirovatiyê radestî dadgehê bikin û siza bikin.
Hevbendiya Niştimanî civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî di bin barê pirsiyariya armanckirin û bombebarankirina sivîlan û binpêkirinên berdewam li dijî wan ji aliyê rêjîmê ve dibîne, û daxwazê ji Encûmena Ewlekariyê dike ku erkên xwe yên yasayî yê aktîvkirina bendê 21ê ji biryara xwe ya hejmar 2118 ( 2013) yên derbarê sepandina tedbîrên piraktîkî li dijî rêjîmê di çarçoveya beşa heftan de bicî bîne, piştî ku binpêkirinên rêjîma Esed hatine îsbatkirin, û mîkanîzmeke pabendkirinê ya bibandor ji bo cîbicîkirina biryara xwe ya hejmar 2254 (2015) bi temamî û bêdudilî peyda bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
04 nîsan 2024