Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Bi sedema topbarana rêjîmê duhî li ser bajarê Me’eret Eln’uman, hin zarok û jin şehîd ketin. Topbaran gihişt herêmên corbicor ji gundewarê Idlib û Hemayê. Raport tekez dikin ko mûşekên teqîntund bikar anîne.
Ji dema peymana Sotşî hatiye imzekirin bombebaran ranewestiyaye, şehîd û birîndar hene û wêraniyeke rojane li herêmê pêk tê. Rêjîm û hevalbendên wê dixwazin rewş germ û bêserûber bimîne.
Amanckirina bi mebest û berdewam bo sivîlan û pêkanîna komkujiyan derheqê wan, alîkariyê dike ko fişar li ser rêkxistina Desteyê kêm bibe, û guman libal me nîn e kontrolkirina rêkxistina Desteyê ya gelek herêman li Idlibê li ser hesabê alayên şoreşê yên din pilana rêjîmê ye û di berjewendiya wê de ye.
Sivîl ew aliyên têkçûyînê di van tiraziyên tunekirinê de û ji bihevguherîna rolan di navbera komek aliyên tirorist de ko berjewendiyên wan tevlihev in, rêjîm û yên piştgiriya wê dikin ji aliyekî ve û ji aliyê din Desteya tehrîr elşam.
Em tiştekî ko nikare bike ji civaka navdewletî naxwazin, lihevkirinek li ser çareseriya siyasî li Sûriyê heye, ev pêvajo divê piştgitiya wê bibe û bigehînin dawiya wê û ew bi biryara navdewletî ya hejmar 2254ê ve girêdayî ye, ev pêvajo bi tenê ya dikare Sûriyê û herêmê ji tiroristiya rêjîmê û ..ya hemû rêkxistinên tirorist û milîtanên din rizgar bike
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofêsa Ragehandinê
23.02.2019