16 penaberên kampa Holê ku dikeve rojhilatî bajarê Hesekê di encama teqînekê de êvara Şemiyê birîndar ketin.
Peyamnêrê malpera Hevbendiyê li Hesekê ragihand ku di encama teqîna embarek bitlên xazê li nêzî kampa Holê 16 kes birîndar bûn.
Peyamnêrê me diyar kir ku tevaya birîndaran ji bo nexweşxaneyên bajarê Hesekê hatin veguhestin.
Derbarê rewşa birîndaran jêderekê ji nexweşxaneya Elhikmê ji malpera me re ragihand ku rewşa hemû birîndaran aram e ji bilî sisyan ew jî şewitîne û rêjeya şewata wan bilinde.
Tê zanîn ku sedemên teqîna embara qenîneyên xazê li kampa Holê ta demjimêra amadekirina vê nûçeyê ne hatiye diyarkirin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê