Çalakvanin bajarê Efrînê tekez dikin ku çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYDê li hindir kampên xwe li bakurê Helebê qedexe dikin ku xelkê Efrînê ji kampan derkevin.
Çalakvan Ezîz Birîmo ji malpera me re ragihand ku çekdarên PYDê û rêjîma Esed rê nadin xelkê da ku ji kampên PYDê li bakurê Helebê derkevin.
Birîmo tekez kir ku çekdarên PYDê gefa girtinê li malabatên ku dixwazin ji kampan derkevin dikin, û berî demekê sê kes ji bo vê yekê girtin.
Her wiha Birîmo diyar kir ku malabatên dixwazin ji kampan derkevin bi hezaran dolara didin qaçaxçiyan da ku bighên bajarê Helebê ji ber çekdarên rêjîma Esed derbasbûna xelkê Efrînê bqedexe kirine.
Birîmo bal kişand ku rewşa xelkê li hindir kampên PYDê pir dijwar e, ne derman ne xizmetên tenduristiyê hene, û bêtir rewş xirab dibe. û got: Ta niha bi dehan zarokên biçûk jiyana xwe ji dest dane ji encama xirabûna rewşa tenduristiyê.
Tê zanîn ku Rêxistinên mafên mirovan li Efrînê tekez dikin ku PYDê derdora kampên xwe li gundewarê Helebê bombe kirine, da welatî venegerin ser mal û milkên xwe.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî