Heyam :21 Êlûna 2014z
Babet: Encûmena Serkirdayetiya Bala Ya Leşkerî
Binavê Xudayê mezin û dilovan
Jimara Biryarê 220914/1
Ji ber ku şoreşa sûrî ya pîroz di vê qonaxê de pêwîstiya wê bi yekrêziyê heye, herwiha bi dubare rêxistina saziyên şoreşê heye, û rastkirina şaşiyan û bilindkirina astê şehrezayî û şiyanên hêzên wê bi awayekî ku xizmeta şoreşê û pêkanîna daxwazên gelên Sûriyê yên serhildêr li dijî rêjîma Esed ya stemkar û hêzên terorîst yên ku îro bi rêxistina DAIŞ tên naskirin bike.
Ji ber ku saziya leşkerî ya artêşa azad nûnereyetiya wê dike ew girintirîn saziya şoreşê ye, ku tevahiya şax û pêkhateyên leşkerî yên şoreşger yên li ser qadê çalak in bi xwe ve digire.
Herwiha bizava bi armanca bilindkirina şiyanên wê yên rêxistinî û bilindkirina astê wê yê cengawerî û pêkanîna pêwendiyên zêdetir di navbera wê û tevahiya hêzên leşkerî yên şoreşger ku bi awayekî baştir erkên xwe encam bide, û wek girêdanekê bi daxuyaniya endamên xwe vekişandine ji Encûmena Serkirdayetiya Bilind ya Leşkerî, û ji ber ku piraniya wan endamên vekêşayî ji hevhêzên serekî ne di saziya artêşa azad de, ku bê nûnerayetiya wan Encûmena Serkirdayetiya Bilinda Leşkerî nûnerayetiya leqên leşkerî li ser qadê jidest dide, û herwiha surbûna hevbendiya Niştimanî li ser Encûmena leşkerî da bibe rêberekî rasteqîne bo karê leşkerî yê rêk û pêk , pêdivî ye ku endamên wê nûnerên hêzên bihêz û çalak li ser qada Sûriyê bin, yên pabendiyê bi armanc û daxwazên gel û şoreşa Sûriyê dikin.
Ji ber vê çêndê me ev biryar standin:
1- Helweşandina Encûmena Serkirdayetiya Bala ya Leşkerî.
2- dubare damezrandina wê bi rawêjkaiyê ligel hêzên leşkerî yên şoreşger û çalak li ser qada Sûriyê di dema ji niha ta heyvekê.
3- pûçkirina civîna hatî bestin li Xazî Entabê di 17-09-2014, herwiha pûçkirina hemû biryarên wê, ji ber ku ne di dema xwe de hat bestin û herwiha bê amadebûna serokê Erkan û neamadbûna nûnerên hêzên çalak di wê civîna navhatî de ya ku bû serdema vekeşandina nûnerên hin leq û hêzên çalak jê.
Yekşem 21-09-2014.
Endeziyar Hadî Elbehra
Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikaberiya Sûriyê.