Hevbendiya Niştimanî Sûrî duh di daxuyaniyekê de tekez kir: ” Alavên ragihandinê vîdyoyek bi rêxistina ” Cebhet Elnesra ” ve girêdayî ye belav kirine, tê de weke ku bidarvekirina leşkerê Libnanî Hemed Hemiye yê li nik wê girtî ye xuya dike, û li rex wî leşker Elî Elbizil, yê ku xuya dikir ku lava ji deshilatên Libnanî bo tevgerek bilez bo parastina wî bikin dike”.
Hevbendiya Niştimanî bi tundtirîn hevokan tawanbariya kirêt ya di derheqê leşkerê Libnanî yê dîl de bû şermezar kir. Tekez kir ku :” Ên destê wan di vê tawanê de hebe wê cihê bidûvketin û sizakirinê bin “. û bi sirtî got:”Kîjan alî van kiryaran pispêre xwe, bêguman di rêza hêzên tundrew û sitemkar de ye, yên ku gotina millet Sûriyayê tevan li ser bidawîkirina wan yek e “.
Daxuyaniyê got: ” Milletê Sûriyayê berê û niha jî bêtirîn kes ziynadar in ji tawankariyên rxistinên tundrew ku rejîma Esed rişme ji wan re berdaye da ku fitne û tevliheviyê li deverên ji bin destê wî derketine çêbikin, herweha destwerdana bêexlaq û berdewa ya milîşiyên Hizb Ellah di îşê Sûrîyê yê hindrîn de û tirora wî ya rêbazkirî derheqê Sûriyan û çêbûna wan rêxistinan de, û sedema tevdana nakokiyên milî bû, ev yek di gotina leşkerê Libnanî de xweş diyar bû, dema ku ji milîşiyên Hizbellah dixwest ku hêzên xwe ji Sûriyayê bikşîne û dest ji van kiryarên dijminane derheqê Sûriyan de berdin”.
Hevbendiyê dûbare tekez kir: ” Çi bizav û kedên bo Aramkirinê dibin wê demkî û bêber bin eger ne li ser bingeha kişana Hizbellah ji Sûryayê be li gor vîna gelê Sûrî û Libnanî “.
Jêder: Hevbendî