Daxuyaniyeke Rojnamevanî
19Çêriya Pêşî 2014
Piştî derçûna biryara 2170roja 15 Tebaxê, Hevpeymaneke Navdewletî çêbû,
da şerê Rêkxistinên Tirorist li Sûriyê û Iraqê bike.
Ev biryar ne dijî helwesta Hevbendiyê ya li dijî tirorê ye, wek tê zanîn ko Artêşa Azad ji destpêka sala 2014an li beraber Daişê rawestiya û ji piraniya Parêzgehên Sûriyê hat berdan, çimkî miletê Sûrî yê ko ji bo rûxandina Rêjîma dîktator derket, napejirîne ko tu alî bi hêza çekan , eger bi çi behaneyê be ecindên xwe li ser feriz bike.
Ev ji aliyê prinsîbê ve, lê helwesta Hevbendiyê ji Hevpeymana Navdewletî bi amancin niştimanî yên destnîşankirî ve girêdayî ne, yek jê ko Hevpeyman ne tenê şerê Tirorê bike, belê divê çêkerê wê yê bingehîn tune bike, û ew jî Rêjîma diktator e, ko tirora dewletê li ser miletê Sûriyê bikar tîne. Û rêkxistinên Tirorist xwedî dike û danûstandinê digel wan veşartî û aşkere dike.
Hevbendî dibîne ko çi karê leşkerî amancên xwe yên dozkirî pêk nayine eger çareseriyeke siyasî tekûz nede ber xwe,ku tê de hêvî û daxwazên miletê Sûrî misoger bike û hêminî û aramiyê li Sûriyê û Îraqê û li Herêmê bi tavayî dabîn bike.
Û dibîne ko beşdarbûna me di operasionên leşkerî de yên li dijî Daiş, û dagirtina cihê ko vala bihêle, bi dabînkirina çekan û piştgirî û rahênana Artêşa Sûrî ya Azad ve girêdayî ye, û her weha gava ko hêzên wê tevbigerin parastineke asmanî ji wan re dabîn bike.
Gerek Herêmên hêmin û aram ku gelek Penaberan bihewînin çê bikin, da Hevbendiya Niştimanî û Desthilata Demkî vegere ser xaka Sûriyê, û karûbarê Hevwelatiyên Sûrî birêve bibe.
Dilovaniya Xwedê bo Pakrewanan be, Çareserî ji Birîndaran re û azadî bo Girtiyan…
Bijî Sûriya, û bijî Gelê wê azad û serfiraz.