Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Mihemed Qedah salix da ku” Bumbebarankirina hovane ya hêzên Esed ji Dûma re li Xûta Şamê , û armanckirina nimêjkeran di dema peristin û nimêjê de tawankarî û binpêkirinek diyar ji yasayên navdewletî û piransîpên mafê mirovan re ye, ji ber cihên ku hêz wan armanc dikin cihin sivîl û ava ne, û qet cihên ketîbên leşkerî lê tune ne”.
Qedah ji Civaka Navdewletî xwest: ” Hilgirtina berpirsiyariya yasayî û exlaqî, û neçarekirina Esed bo li gor yasayan be û xistina wî bin lêpirsîn ji bo tawanên cengê ku derheqê Sûryên bêçek de bikar tîne bo zextê li wan bike û wan ji daxwazên wan ên rewa ku ji ber pêkanîna wan derketine vegerîne, ku rûxandina rejîma Esed û destekên wî yên desthilatdar di serê pêşdetirîn daxwazên wan in.
Endamê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Mihemed Elwezîr tekez kir ku ev tawanên rêbazkirî li Xûta Rojhilatî ya Şamê ku qurbaniyên wê di ser 10 sivîlan re û bi dehan birîndar ku birînên hindekan ji wan metirsîdarin ” Armanca wê ya yekem û dawîn rûxandian Xûta Şama xwedan bêtirîn rol û gef li ser rejîma Esed ya tund-ewlekarî, ji ber ew dergehê paytextê ye û giringtirîn baregehên Beşar Esed yên Emnî tê de ne. Dehên êrîşên azmanî û sarûxin valahî ku hêzên Esed pê Dûma û taxên Xûta topbar dike, nikarin hêza milet têk bibin û bandora wê li armanca wan di avakirina dewleta dad û yasayê nake”. Qedah destnîşan kir: ” Xûta Rojhilatî ji encama kêmbûna dijwar di pêdiviyên nojdarî û hawarçûnê de karesateke mirovahî dijî, ji ber dorpêçkirina asê ji hêla Esed ve, û neaktîvkirina biryara Encumena Ewlekariyê bo derbaskirina alîkariyên mirovahî eger Esed li ser erê neke jî”.
Cîgirê serok li ser armanckirina cenazeta kurê serdarê Artêşa Elume li Dûmayê ” tenê li Sûryayê, cenaze armanc dibe û komek şehîd şehîdekî bi tenê vedişêrin, tawanbarî û tirora wî hemû muhermên caivakî, Yasayî, û Exlaqî têperkirine ,ji bo li kursya xwe ya hejoke ku li ser qoqên zarokan ên bi xwîna Sûryan deqandiye ye “.
Di hevpeyvîneke taybet de ku nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiyê bi Eymen re, ew jî yek ji xelkên Dûma ye, û rewş wisa salix da” Ez ji mala xwe derketim ta bibînim çi li kolana li dûv taxa min piştî ketina sarûxek valahî çêbûye, vegeriyam mala xwe lê mixabin min mala xwe nedît, ji ber sarûxek Esed ew û kesên tê de revandibûn”.
Jêder: Hevbendî