Temîm Bin Hemed Al Sanî Emîrê dewleta Qeterê tekez kir ko “Viyaneke Navdewletî ji bo Têkbirina Tiroristiyê û Dîktatoriyetan heye, û kar ji bo hevrikiyê divê da xwe bide ser hev û piştgiriya Civaka Navdewletî bidest xwe ve bîne.”
Di heman çax de jî Wezîrê Bergiriya Firensa Jan Îf Lodiryan di serdana xwe ya ji bo Qeterê ragihand ko Firensa û Qeter bi heman helwestê ne, û tu caran napejirînin ko Miletê Sûriyê têkeve navbera du çarenûsan “Dîktatoriya Xwînrêj an Tiroristiya Kujer”
Hêjayî gotinê ye Hevbendiya Niştimanî Sûrî ji destpêkê ve ev yek tekez kiriye, birêz Hadî Elbehra Serokê Hevbendiyê tekez kir ko çekdarkirina Artêşa Azad û piştgiriya wê, tenê dikare tiroristiyê tune bike, û destnîşan kir ko Hevpeyman tu caran bi karê tekûz ranabe eger şerê Daişê bike, û rêjîma Esed ya ko sedema bingehîn e ji anîna tiroristiyê re piştguh bike.
Elbehra got: “Çi karê leşkerî armancên xwe yên dozkirî pêk nayine eger çareseriyeke siyasî tekûz nede pêşiya xwe, tê de dîtin û daxwazên miletê Sûrî misoger bike û hêminî û aramiyê li Sûriyê û Îraqê û li Herêmê bi tavayî dabîn bike. ”
Di heman mijarê de, berê jî Nesir Elherîrî nerazîbûna xwe da li ser “derengiya Hêzên kartêker û xwedîbandor li ser deranîna biryara Navdewletî ji bo ferzkirina Herêmeke parastî li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê”
Û got: “Tev ko çêkirina Herêmeke parastî pêdiviyên Sûriyan tevan bicih nayîne, lê tiştê seyr ko ev xwestekên piçûk jî yên ko parastina Penaberan dikin, û ne hevwelatiyên Sûrî tevan ,ew bi xwe jî dibin cihê nakokiyê li ser maseya dad û yasaya Navdewletî.”
Sûriyan ji destpêka Şoreşê de name ji tevahiya cîhanê re bi riya navê Înên xwepêşindanan sand, ku navê-Herêmêmeke parastî û Herêma dijfirînê- li înê kiribûn, ew xwepêşindanên bi sedhezaran xelk derdiketin .
Daxwaza Sûriyan li çêkirina Herêmeke parastî ranaweste, belê herêmeke dijfirîna Firokên ko rojane bi dehên hevwelatiyan dikujin jî daxwaz dikin, çêkirina Herêmeke cuda planeke çareseriyê ye ko kesên ji ber Bermîl û Firokên Esed reviyane biparêze lê herêma dijfirînê planeke parastinê ye ko dihêle hevwelatiyên Sûrî ji cihê xwe dernekevin.”
Jêder: Hevbendî+Ajans