Hin çalakvanên taxa Elwe’ir ji çend rojan ve dest bi kampaniyekê kirine li jêr navê “We’ira Me Dişewite” ku heta niha jî ev kampaniya bo gihandina dengê Sûriyan ji Cîhanê re didomîne, ku rêjîma Esed taxa navbûrî dişewitîne bi topbarana xwe ya rojane û berdewam, ev kar bû, piştî encamdana rêjîma Esed ji komelkujiyan re di derheqê sivîlan li taxa Elwe’ir, ku yek ji taxên kevin yên Himusê ye û heta nuhajî bitemamî didestê artêşa azad de ye û yek ji kelehên artêşa azad yên dawî ye li Himusê. Usama Ebû zêd rêveberê navenda ragihandina Himusê ku yek ji damezrênerên kampaniyê ye tekez kir ku:” kampanî bi awayekî serekî palê dide li ser bikaranîna alavên pevgihandina civakî bi rêka (Haştax)a ku li jêr navê “We’ira me dişewite” , ku armanca serkî ji vê kampaniyê, gihandina dengê nişteciyên taxa Elwe’ir bo Cîhanê ye, û bikaranîna hemû şêwazan bo gihandina dengê me, ku ev bêhtir ji du salan e rêjîma Esed taxa navborî li ser serê xelkên wê dişewtîne”. Di heman mijarê de, çalakvan Mihemed Mistefa got ku:”ev helmet hat ji bo ronîkirina bûyerên di hindurê taxa Elwe’ir de rû didin, ji sedema oparesyonên dijwar yên Esed li ser taxê ji hemû aliyan ve dike “. û Mihemed dirêjî da axaftina xwe û got ku:”Rêjîma Esed hewl dide cihên kombûna sivîlan armac bike, bi encamdana oparesyonên dawiyê li ser bazar û avahiyên nişteciyan, ku bûn sedema wêrankirineke mezin li ser tevaya navçeyên dorpêçkirî”. Herwiha Sema ku ewjî çalakvaneke û berpirsa rêxistina kampaniyê ye li derve, tekez kir ku” serperiştyarên kampaniyê bizavan bo belavkirina vê hilmetê bi şêweyekî berfireh û mezintir dikin,ji bo daxwazkirina rawestana sûriyan li kêleka xelkên Elwe’ir û ronkirina karûbar û baredoxên wan yên zehmet”. Hêjayî gotinê ye ku Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê û li ser zarê berdevkê xwe yê fermî salim Elmislit ev kuştarên rêjîma Esed li dijî Elwe’ir şermezar kirin, û hişyarî da li ser” metirsiyên piştguhxistina lêdana terora Esed ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ku bitenê lêdana baregehên rêxistina Daiş dike, ev çende dibe ku bibe faketerê têkçûna baweriya sûriyan bi armancên Hevpeymaniya navdewletî”. Têzanîn ku taxa Elwe’ir dikeve li rojavayê Himusê, û ji hemû aliyan ve ji hêzên rêjîmê ji çêriya paşî ya sala 2013an ve dorpêçkirî ye û bêhtir ji 300hezar welatî têde dijîn, ku rêbendên Esed rênadin çûn û hatina welatiyan û herwisa rênadin birin û anîna keresteyan, û xelkên wê di bin topbarana hemû coreyên çekan de dijîn.
Jêder: Hevbendî +Elcezîre