Razdarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nesir Elherîrî hişiyarî derbarê sistbûna piştgiriya Artêşa Azad di şerê wê de yê ku navê ( yê bidawîanînê ye li dijî ” Daiş” û Esed li gundewarê Helebaê yên Bakurî) lê kir.
Ev yek piştî destdanîna hêzên Esed bi piştgiriya milîşiyên milîperest re li ser gundê “Cibêlê” û kargeha çemento û ya qizêzan li nêzî girtîgeha Heleb ya navendî pêk hat.
Razdarê Giştî zêde kir, û hişiyarî da ku metirsiya vê destdanînê ” Dibe rêyek alîkarî û yarmetî ji hêzên Esed re ji navenda wan ji girtîgeha navendî bo gundên ” Cenderat ” û ” Sîfat” ên di bin destên wan de, herweha wê ew 6 KM nêzî bajarokê Nubul û Zehra be”.
Herîrî berdewam kir ku armanca rejîma Esed ji vê cengê ew e” Dixwaze bigihê serbazgehên xwe yên li bajarokê Nubul û Zehra dorpêçkirî ne, û bi hezaran şebîhe û leşkerên wî tê de ne, gihandina hêzên Esed ji wan deveran re tê wateya dorpêçkirinek berovajî ji hêla hêzên wî de li ser bajarê Helebê û deverên ku di bin destê Artêşa Azad de ne”
Herîrî matbûna xwe ji ” Hewldanên ji dil yên hêzên hevpeymaniyê dema ku hêzên ne Sûrî dajo nav şer bo destwerdana li ser erdê, û Artêşa Azad di riwê du dijminên hovane di heman demê de: “Daiş” û rejîma Esed bêpiştgirî dihêle” diyar kir.
Di heman demê de di bîr de anî ” Artêşa Azad Daiş ji Gundewarên Idlib û bajarê Helebê di çend rojan de ji destpêka vê salê de qewirandin”.
Razdarê giştî han da yekîneyên Artêşa Azad yên ku li Bakurê Sûrî ne bo berê xwe bidin Gundewarê Bakurî yê bajarê Helebê ji ber şerin dijwar li wê deverê di navbera Artêşa Azad û hêzên Esed bi piştgiriya milişiyên Iranî û yên Hizbillah kir lidar dikevin .
Herîrî ji hêzên Hevpeymaniyê xwest ” piştgiriyek bilez ji bo Artêşa Azad li Gundewarên Bakurî berî ku hêzên Esed û Daiş dest deynin ser, wê demê hêzên Artêşa Azad dikevin navbera du agiran de “.
Jêder: Hevbendî