Daxuyaniyeke Rojnamegerȋ
Armanca beșdariya Hevbendiyȇ di șȇwrȇn cotecot de yên ku șanderȇ navdewletȋ Dȋ Mȋstora li Cinȇvȇ daxwaza wan kiribȗ, ji bo gotubȇjkirina belgeya Piransîbên Sereke di serastkirina siyasȋ ya Hevbendiyȇ biryar pȇ dabȗ, ȗ hejmarek ji pȇkhatiyȇn Hevrikiya Sȗrȋ li ser erȇ kiribȗn, ku nexșeya rȇ ji çareya siyasȋ re li Sȗriyȇ dinexșȋne.
Hevbendiyȇ li ser çȗna Cinȇvȇ ȗ beșdariya di hevdȋtinan de erȇ kir, lȇ ew gav ne ji yekalȋ bȗ, Hevbendȋ bi hejmareke mezin ji nȗnerȇn ketȋbeyȇn leșkerȋ, rȇxistiȇn civaka sivȋl, ȗ hȇzȇn șoreșger di hindek hevdȋtinȇn șȇwirdar de civiya, di wan de gihișt lihevkirinekȇ ji pȇnc xalȇn sereke ji bo çi çareya siyasȋ li Sȗryayȇ.
Ya yekem; tu çare bȇ rȗxandina rejȋma tawanȇ ȗ zordariyȇ bi hemȗ simbol, bingeh, ȗ alavȇn ewlehiyȇ tune ye, ȗ divȇ tu rola rejȋmȇ ȗ girupa wȋ a fermandar di qonaxa veguhȇz de di pȇșeroja Sȗryayȇ de tune be.
Lihevkirinȇ li ser pȇwistiya karȇ bo pȇkanȋna bilindtirȋn pile ji wekhevȋ ȗ hevrȇziyȇ di navbera hȇzȇn șoreșȇ ȗ hevrikiya siyasȋ ȗ leșkerȋ, parastina biryara niștimanȋ a serbixwe ȗ berdewamiya hevrȇzȋ ȗ alȋkariyȇ bi hevalbend ȗ dostȇn șoreșȇ re tekez kir, herweha rawestana di riwȇ pilanȇn perçekirina welat de, yan vejandina rejȋma tirorȇ ȗ dȗbarekirina berhemdana wȋ, tev tekezkirina ku divȇ çare tekȗz ȗ giștȋ ji hemȗ pirsgirȇkên Sȗrȋ re be.
Hevbendȋ tekez dike ku ew bi ser çi çareya siyasȋ ku hȇviyȇn milletȇ Sȗrȋ di azadȋ, rȗmetȇ, ȗ rawestana xwȋnȇ re vekirȋ ye, bo qonaxeke veguhȇz kar dike. Lȇ em li ser dûrkirina Esed ȗ simbolȇn wȋ ji çi opersyona siyasȋ nȇzȋk yan dȗr be tekez dikin. Rola Esed li Sȗryayȇ bi ketina yekem șehȋdî bi gulleyȇn rejȋma wȋ a tawankar ket bidawȋ bȗ.
Salim El – Mislit
Berdevkȇ Fermȋ Bi Navȇ Hevbendiya Niștimanȋ Bo Hȇzȇn Șoreșȇ ȗ Hevrikiya Sȗrȋ
4ȇ Gulana 2015an