Berdevkê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit diyar kir ku armanca Hevbendiyê ji gotubêjên duqolî yên sibe li Jinêv bibin ji bona gengeşekirina piransîpên bingehîn yên Çareseriya Siyasî ne yên ku Hevbendiyê biryar li ser daye û hatine pesendkirin ji aliyê çendîn pêkhateyên opozisyona Sûriyê ve, herwiha ya nexşeriya çaresriya Siyasî li Sûriyê dinexşîne.
Salim Elmislit diyar kir ku biryara çûn û beşdariya Hevbendiyê di hevdîtinên Jinêv de ne biryarek tekalî bû, ku pêş stindina vê biryarê Hevbendî bi nûnerên gelek hêzên leşkerî û rêxistinên Civaka Sivîl û bi hêzên Şoreşger re civiye, di çendîn hevdîtinên rawêjkarî de ku li dawiyê bi wan re gihişt rêkeftinekê ku ji pênc xalên serekî pêk tê ji bona her çareseriyek siyasî di Sûriya de.
Mislit bal kişand ku di pêşiya wan xalan de xala ruxandina rêjîma tawan û zordariyê tê, bi hemû hêman û binyat û damudezgehên xwe yên ewlekarî ve, herwiha pêwîst e rola serê rêjîmê û bendeka wî ya desthilatdar nebe di qonaxa veguhêz û di paşeroja Sûriyê de, û tekezî hatiye kirin li ser pêwîstiya hevkarî û hemahengiyê di navbera hêzên şoreş û opozisyona siyasî û leşkerî de, û parastina biryara niştimanî ya serbixwe bi hemahengiya ligel dost û hevalbendên Şoreşê, tevlî rawestiyan li hember her pilaneka parçekirina welat û yan vejînkirin û berhemhênana rêjîma terorê, herwiha tekezî hat kirin ku her çareseriyek pêwîst e bi temamî û giştgîr be bo tevaya pirsa Sûriyê.
Dîsa Elmislit bal kişand ku singa Hevbendiyê vekirî ye li pêş her çareseriyeka Siyasî ku têde hêvî û daxwazên gelê Sûriyê di azadî û şerefmendî de û rawestindina xwînrijandinê dabîn bibin û rê li qonaxek veguhêz bête amade kirin, û li dawiyê Elmislit cext li ser rûxandina Esed kir bi tevaya hêmayên rêjîma wî ve ji her piroseyeka siyasî di paşrojê de, çi li nêzîk û çi li dûr, û got ku rola Esed di Sûriyê de têkşikest bi terorkirina yekem şehîd re bi guleya rêjîma wî ya tawankar.
Jêder: Hevbendî