Rojnamevanê Sûrî Mazin Derwêş yê ko di zindanên Sûriyê de ye, ji bo wergirtina xelata azadiya Rojnamevaniyê ya Rêkxistina Yonisko biser ket, li gora Rêkxistina wê ya li Parîsê ragihand.
Wê Jina Derwêş xelatê ji destê Birêvebira giştî ya Yonisko Irîna Bokova di ahengekê de li Rîga wergire,û wê serokê Lîtwanya Endirês Birzênis lê amade bibe.
Hêzên Esed Mazin Derwêş serokê Navenda Sûrî ya Ragihandinê û Azadiya derbirînê li Şamê di 16.Sibata2012an tevlî hin kesayetiyên din yê mafnasî û zanistiyê wek Dr. Fatin Receb û gelek xortên li ber rêjîma Esed raperîn girtin.
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Salim Elmislit doz li Encûmena Ewlekariyê kir ko fişarê bide ser Rêjîma Esed da biryara 2139 cîbicî bike, ya ko doza berdana hemû Girtiyên Sûriyê dike. Her wiha doz li Şandeya Xaça Sor ya Navnetewî kir da serdanana zindanên Sûriyê bikin û li rewşa saxlemiya Gitiyan bipirsin û awayê danûstandina Rêjîmê bi wan re bibînin.
Elmislit destnîşan kir ko “Dosya Girtiyan ji pêşindeyên guhdanên serekî yên Hevbendiyê ye, û di hemû gotûbêjên me yên bi diblomasiyan re me rewşa metirsiya li ser Girtiyan gotiye, û me rewşa wan bi hûrbînî guhastiye û çi tiştê li dunyayê nabe himber kêlîkekê tenê ji zora ko li zindanan dibînin”.
Jêder: Hevbendî+Acans