Nûçegihanê me li Kobanê ragihand ku duh 3ê Nîsanê zarokek bi navê Mihemed Cum’a jiyana xwe ji dest da û yek din bi navê Elî Cum’a dsetê wî jê bûn di encama teqîna bumbeyeke çandî de.
Tê zanîn ku rêxistina DAIŞê di gelek mal û kolanan de bumbe çandine û ta niha 48 kesan ji ber teqîna bumbeyên çandî jiyana xwe jidest dane û 67 kes jî birîndar bûne.
Jêder: Hevbendî