Îro Rêxistina Lêborîna Navdewletî di nûtirîn raporta xwe de tekez kir ku rêjîma Esed tawanên dij mirovahiyê li Helebê pêk tîne, bi topbarankirina sivîlan bi awayekî tewş bi bermîlên teqîner, û rêxistina navhatî mixabinî û xemgînî nîşan da li ser ku Civaka Navdewletî nikare kirar û berpirsên tawan û binpêkirinan li Sûriya siza bike.
Rêxistinê di raporta xwe de ev tawan şermezar kirin û di raporta xwe bi “Tawanên Cengê Yên Tirsinak û bi Binpêkirinên Rojane Yên Hêzên Esed ” binav kirin, û di raportê de hatiye ku “hin kiryarên rêjîma Esed di Helebê de heta radeyekê digehêjin astê tawanên dij mirovayehiyê” û rexneyên tund girtin li hember bikaranîna bermîlên teqîner di êrîşên esmanî yên hêzên Esed de, ku ew çekekî xudan wizeyek wêrankariya mezin e û bitewşî xelkê dikuje”.
Rêveberê rêxistina navhatî di Rojhilata Navîn û li bakur Efrîka Fîlîb Loser dît ku “armanckirina Sivîlan bi berdewamî û bi mebest” hêzên Esed “siyaseta sizadana tevhî ya tund dijî sivîlên Helebê” bikar aniye.
Di raportê de hatiye ku ” ji encama avêtina bermîlên teqîner li parêzgeha Helebê 3 hezar sivîl di sala 2014an de hatin kuştin”.
Têzanîn ku berdevkê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit daxwaz kirbû ji bo”veguhestina tawankarên cengê û kuştinê û di serî de kujerê zarokan Beşar Esed bo dadgeha tawanên navdewletî”.
Elmislit gotibû ku “rêjîma Esed her ji çar salan ve û li pêş çavên civaka navdewletî gelek kuştarên qirkirin û tawanên cengê li dijî mirovahiyê pêk anîne”.
Elmislit berpirsyaretî û encamên rewşa felaketî di Sûriya de xist di stûyê “tevaya civaka navdewletî de û li pêşiyê di Stûyê Endamên Encûmena Asayîşa Navdewletî, bi sedema xemsariya wan di nestiandina biryarekê ku dawiyê li Bobilata Sûrî û dadgehkirina tawanbarên ceng û encamderê tawanên qirkirinê bîne “.
Jêder: Hevbendî+ Wekalat