Daxuyaiyaek Rojnamevanî
Roja çarşembê 20 nîsana 2016, pevçûnên bi çekên sivik û hin orte, li Qamişlo, li sentera bajêr, di navbera hêzên Berevaniya Niştimanî yên bi ser rêjîmê ve ji alîkî, û mîlîşyayên bi ser partiya Yêkîtiya Demoqrat PYDê ji aliyê din ve, û di encamê de hejmarek qurbanî ji sivîlan ketin.
li gor zanyariyan hejmarek ji taxên bajêr bi avêjtokên hawinê û topxaneyên giran û fîşekên segvanan hatin armanckirin, û her weha şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîmê ji alîkî, û mîlîşyayên bi ser partiya Yêkîtiya Demoqrat PYDê ji aliyê din ve çêbûn, û di encamê de hejmarek qurbanî ji sivîlan ketin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, bi xurtî topbarana ku sivîlan û taxên niştecî yên aram li her deverekê ji xaka Sûriyê armanc dike şermezar dike, Her wiha Hevbendiyê piştgiriya xwe ji bo xelkên me yên Qamişlo anî ziman, û bi taybetî xwediyên qurbaniyên bêguneh, û banga daxwaza hevkarî û piştahevgirtinê û yekîtiyê li wan kir, Û hişyarî der barê lîstikên rêjîmê û hevalbendên wê di çêkirina gelacî û jihevqetandina welatiyan da, ku ji berê de rêjîm li ser bikaranîna van karên kirêt xwe li her aliyên welat ava kiriye.
Dilovaniya xweda ji şehîdan re
Saxlemî ji birîndaran re
Bijî Sûriya û gelê wê her bi rûmet û azadî
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandinê
22 nîsana 2016