Daxuyaniyek Rojnamegerî
Em Di Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî, razîbûna xwe bi giştî didin bo biryara nemre 2235 a ku ji hêla Encumena Ewlehiya Navdewletî ve derçûye, û tê de berpirsên êrîşên çekên kîmawî dijî milletê Sûrî destnîşan dikin , wek destpêka pêşkêşkirina wan ji dadgeha navdewletî re.
Tev hebûna nîşanên pir û bêguman li ser pirsyariya rejîma Esed di ber pilankirin û pêkranîna wan êrîşan , û hebûna alavên berhemdan û bikaranîna çekên wan , û hebûna viyana tewankariya bê dudilî li rex wî, herweha koma nîşanên ku şandeyên lêpirsîn û şopandina rastiyan dane hev.
Em di Hevbendiyê de ji dwletên endam di Encumena Ewlehiyê de dixwazin ku vê biryarê bi awayin diyar û pêkhatî ji şêwazên cezakirinê aktîv bikin, ta ku tawankarên bikaranîna çekên kimawî û gazên jehrdar cezaya xwe ya hêja bistînin, di heman demê de tekeziyê li ser aktîvkirina rola Encumena Ewlehiyê dikin, di riya deranîna biryarên ku milletê Sûrî biparêzin û makîneya kuştinê rawestînin, û bi hêz ber bi çareyek siyasî ya koçkirina Esed misoger bike, û hêviyên milletê Sûrî bi cî bike, û Sûriya bigihêje perava aramî û asayiyê.
Salim El – Mislit
Berdevkê Fermî Bi Navê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî
7ê Tebaxa 2015an