Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê biryara serokê Amerîka Doland Turamp li ser veguhestina balyozxaneya Amerîka bo Qodisa dagîrkirî û danasîna wê wek paytexta Îsraîlê şermezar dike.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku Qodis qadeke erebên Filistînê ye, û ligor yasayên navdewletî ne ji mafê Îsraîl wek aliyekê dagîrker, yan her aliyekî din seweriyê lê bike.
Qodis paytexta dewleta Filisînê ye, û çi biryar ji her cihekî nikare rastiyên cografya û dîrokî biguherîne yan maf ji xudanên wî bistîne.
Hevbendiya Niştimanî li bîr tîne ku pêgava Turamp berovajî biryarên NY ye, û berovajî biryarên komeleya giştî û encûmena ewlehiya navdewletî ye, herwiha dibe gef li nirx û rastgoya sercem têgihiştinên berê û herwiha li ser her rêkeftinekê ya paşerojê bibe, ji bo berqerarkirina aştiyê li navçeyê, tevî ku ev pêgav her serxistinekê bo dîtina aştî û çareseriyê lawaz dike.
Pêgava dawiyê ya rêveberiya Amerîka wê bibe sedema peydabûna seqayê ajawegerî û tundutîjiyê û zêdebûna rewşa nearamiyê li navçeyê, ji ber dagîrkarî û teror di heman pîvanê de ne, û piştgiriya dagîrkariyê û danpêdana bi dadweriya desthilata wê bi qasî terorê û tundrewiyê dibe gef li ser aştiyî û ewlehiyê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, daxwaz dike ku Amerîka bilez biryara xwe vekêşe û rêzê li vîn û mafên gelê Filistînê û li îradeya civaka navdewletî bigire.
Hevbendî tekeziyê dike li ser giringiya standina pêgavan li ser sercem ast û biyavan, û standina biryarekê ji komeleya giştî ya NY ku têde li ser helwestên xwe yên berê bimîne, bi pûçkirina rêşûnên dagîrkariya Îsraîlê yên derbarê bajarê Qodisê û şermezarkirina veguhestina balyozxaneyan bo Qodisê.
Hevbendiya Niştimanî jo bo rûbirûbûna vê biryarê û standina rêşûnên berdewst ji bo rawestandina binpêkirinên mafên gelê Filistînê yên berdewam, daxwaza yekgirtina helwestên dewletê Erebî û Îslamî dike, û kar ji bo cîbicîkirina biryarên encûmena ewlehiya navdewletî derbarê dagîrkariyê wek destpêk bo aştiyeke sertaserî ku maf li xudanên wan vegerin û li pêşiyê Colan vegere bo xudanê wê, bo peydakirina zemînekê bo paşeroj û hrvkariyeke geş û veberhêmhêner, têde ewlehî û aştî li navçeyê û cîhanê berqerar bibe.
Şikodarî ji şehîdan re
Saxî ji birîndaran re
Azadî ji girtiyan re
Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Desteya siyasî
7 çileyê pêşî 2017