Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Duhî şeva sêşemê rêjîma Esed kuştarek derheqê sivîlên bajarokê Elxariya rojavayê gundewarê Der’a pêk anî, têde komek ji sivîlan hatin armanckirin piraniya wan zarok bûn dema ji Mizgeftê derdiketin, ku heta niha û ligor tişta hatî dîkomentkirin nêzîkî 23 kesan şehîd ketine, ji bilî kesên birîndar bûne û birînên hinan ji wan giran in.
Herwiha taxên nişteciyên bajarê Dûma jî rastî armanckirinê bi Firoke û mûşekan hatin, û di encamê de hejmarek kes şehîd ketine ku heta niha hejmara wan nehatiye diyarkirin tevlî wêrankirina çendîn xanî û avahiyan.
Em di Hevbendiya Niştimanî de sersaxiya xêzanên qurbaniyan dikin û dilovaniyê ji wan re dixwazin, hevdem em baweriya xwe bi qehremanên eniya başûr nû dikin û destxweşiyê li serkeftinên wan dikin, em hêvîdar in ku di nêzîk de xebata wan serkeftinek mezin encam bide û bibin parêzvanên sivîlan û daxwazên wan dabîn bikin, herwiha em daxwazê nû dikin ku Civaka Navdewletî erk û berpirsyaretiyên xwe derbarî sivîlan hilgire, û dawiyê li siyaseta çavgirtinê ji tawanên rêjîmê bîne, û em tekeziyê li ser pêwîstiya lezkirinê di pirçekirina artêşa Azad û avakirina navçeyên tenah li ser sînorên bakur û başûrê Sûriyê dikin.
Salim Elmislit
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
17 Cehzerdan 2015