Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî tevaya miletê Sûriyê sebaret hatina meha Rojiyê pîroz dike, û bihêvî ye ku wê Xwedayê mezin xêr û xweşî û serkeftinê bi ser Sûriyan de bîne.
Emê evê Rojiyê bigirin û qehremanên me serkeftin li pey serkeftinê pêk tînin. Heta nuha bajarê Idlib û piraniya Gundewarê wî rizgar kirine û parek berfireh ji Parêzgeha Der’a ji destê Rêjîmê û Çeteyên wî û endamên Hizbullaha tirorist derêxisrine. Her wiha dikarîbûn êrîşên Rêkxistina Dewletê li Gundewarê Helebê û li Herêma Qelemon tevan bişikînin.
Em di destpêka evê heyva xêrê de hemû Sûriyan di bîra xwe tînin, Xwedayê dilovan hemû Şehîdan bi dilovaniya xwe şad bike, û sebir û aramiyê ji xelk û mirovên wan re hêvî dikin û hem doza berdana Girtiyan û yên bi kotekî hatine revandin dikin.
Her wiha saxlemiyê ji Birîndaran re dixwazin, û bihêvî ne ko Derbider û Penaber zû li malên xwe vegerin.
Em milbimil digel ewan Diyên Sûrî yên ko beraber rewşên aloz westiyane û xweragirtine di rûyê rewşên dijwar de.
Di destpêka evê heyva pîroz de em digel miletê Sûrî ne yê ko xweragirt û berevaniya mafê xwe ji bo azadî û rûmetê kir.
Em li pêşberî reseniya mirovê Sûrî birêz radiwestin. Her wiha em spasiya hemû kesên ko bi miletê Sûrî re ji dil hevkarî kirin û yên Penaberên me li ba xwe himêz kirin dikin.
Xwedayê mezin Rojîgirtina we bipejirîne û evan rojana bike berdewamiya serkeftineke lezgîn. Tê de hêviyên Sûriyan û amancên Şoreşa wan bi erêkirina Xweda misoger bibin.
Her sal hûn bi xêr bin
Salim Elmislit
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
17.06.2015