Berdevkê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit bi tundî kuştara hovane ya firokên Esed derheqê bajarokê Elxariya li rojhilatê Horanê şermezar kir, ya ku têde 23 zarok bûn qurbanî dema piştî bidawîkirina xwendina waneya Qurana pîroz ji Mizgeftê derdiketin.
Hevbendiyê dubare daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ku erk û berpirsyaretiyên xwe derbarî sivîlan hilgire, û dawiyê li siyaseta çavgirtinê ji tawanên rêjîmê bîne, û tekezî li ser pêwîstiya lezkirinê di pirçekirina artêşa Azad û avakirina navçeyên tenah li ser sînorên bakur û başûrê Sûriyê kir.
Ku ji aliyê firokek Mêg ve Mizgefteka bajarokê Elxariya hat armanckirin dema beşdarên xuleka xwendin û ezberkirina Qurana pîroz derdiketin, ji jin û zarokan pêk dihat, û di encamê de û heta niha û ligor tişta hatî dîkomentkirin , nêzîkî 23 kesan şehîd ketine tevlî birîndarbûna hin kesan bi giranî. û çalakvanan ev komelkujî binavê “kuştara zarokên Quranê” binav kirin.
Herwiha taxên nişteciyên bajarê Dûma jî rastî armanckirinê bi Firoke û mûşekan hatin, û di encamê de hejmarek kes şehîd ketine ku heta niha hejmara wan nehatiye diyarkirin tevlî wêrankirina çendîn xanî û avahiyan.
Elmislit got: “Em di Hevbendiya Niştimanî de sersaxiya xêzanên qurbaniyan dikin û dilovaniyê ji wan re dixwazin, hevdem em baweriya xwe bi qehremanên eniya başûr nû dikin û destxweşiyê li serkeftinên wan dikin, em hêvîdar in ku di nêzîk de xebata wan serkeftinek mezin encam bide û bibin parêzvanên sivîlan û daxwazên wan dabîn bikin”.
Jêder:Hevbendî