Daxwiyanyeke Rojnemevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, tekez dike ko Şoreşa Azadî û Rûmetê çêbûna dewleteke yasa, dad û hevwelatîbûnê amanc dike, û ji bo evê yekê di beraberiya Rêjîma Essed ya zordar de zahf Qurbanî danîne, da ji bo zordariya desthilatdariya yekpartî û dezgehên wê yên Ewlekariyê ya ko mafê miletê Sûriyê binpê kir birûxînin.
Û li gora evê yekê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê çi têwerdan û fermanên derve di çarenivîs û paşeroja Sûriyê û danîna destûra wê de red dike.
Û radigihîne ko viyana miletê Sûrî ya azad ewê bête nûnerîkirin, bi kongirekî niştimanî yê giştî yê ko ji aliyekî rewa ve bê hilbijartin, û ew ê kar ji bo komîteke taybetmend ya hilbijartî bispêre, ko karûbarê wê amadekirina reşbeleka destûrê be, ew destûra wê yasayên bingehîn ji şêweyê dewletê û rêjîma desthilatdar û şêweyê desthilatê û karê desthilatên dadgehî, rewadan û cîbicîkirinê destnîşan bike, û di pey re wê bidin rapirsîna milet da li gora mercên yasayî bête biryardan.
Bijî Sûriya azad
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Rikberiya Sûriyê
30.04.2016