Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, tekez kir ko ew çi têwerdan û fermanên derve di çarenivîs û paşeroja Sûriyê û danîna destûra wê de red dike.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de îro şemiyê ragihand ko viyana miletê Sûrî ya azad ewê bête nûnerîkirin, bi kongirekî niştimanî yê giştî yê ko ji aliyekî rewa ve bê hilbijartin, û ew ê kar ji bo komîteke taybetmend ya hilbijartî bispêre, ko karûbarê wê amadekirina reşbeleka destûrê be, ew destûra wê yasayên bingehîn ji şêweyê dewletê û rêjîma desthilatdar û şêweyê desthilatê û karê desthilatên dadgehî, rewadan û cîbicîkirinê destnîşan bike, û di pey re wê bidin rapirsîna milet da li gora mercên yasayî bête biryardan.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko Şoreşa Azadî û Rûmetê çêbûna dewleteke yasa, dad û hevwelatîbûnê amanc dike, û ji bo evê yekê di beraberiya Rêjîma Essed ya zordar de zahf Qurbanî danîne, da ji bo zordariya desthilatdariya yekpartî û dezgehên wê yên Ewlekariyê ya ko mafê miletê Sûriyê binpê kir birûxînin.
Jêder: Hevbendî