Desteya Bilind ya Danûstandinan, tekez kir ku Danûstandin nikarin careke din der barê siberoja Sûriyê ya siyasî dest pê bikin, di heman dema berdewamiya tewanên Esed û binpêkirina agirbestê de.
Û Riyad Hicab hevrêzkarê giştî yê Desteya Bilind di riya malpera xwe ya tiwîterê re duh roja înê û piştî peywendiyeke telefonî di gel wezîrê karûbarê derve yê Amerîkî Con Kêrî got:” rewş ji bo behskirina pirosêsa siyasî ne guncayî ye, di heman dema komelkujiyên diltezên û binpêkirinên rêbazkirî ji agirbesta ku tu hebûna wê li ser erdê nemaye”.
Û Hicab her wiha got: ku Kêrî dilgiraniya xwe ji têkçûna rewşa ewlekarî û mirovahî li bajarê Helebê û parêzgehên din yên Sûriyê anî ziman, û wî armanckirina nexweşxane û deverên nişteciyan şermezar kir.
Û Hicab gotina xwe berdewam kir û wiha got:” Kêrî tekez kir ku peywendiyên me bi Mosko re dibin ji bo em bihêlin rêjîm karê dijminkariyê rawestîne û rêzgirtinê li agirbestê bigire û otmosfêreke baş ji pirosêsa siyasî re dabîn bike, ji bo çêkirina desteyeke hukumraniya veguhêz ya ku wê Esed ê rewatiya xwe jidest daye tê de beşdar nebe.
Û desteya bilind ya danûstandinan di nameyeke xwe ya arasteyî Neteweyên yekbûyî kiribû, ji Encumana Ewlekariyê xwest ku bersiveke xurt bide li ser binpêkirinên Esed û hevpeymanên wî ji rêkeftina Rawestandina Karên Dijminkarî re, û tekez kir ku rêjîma Esed û Mosko dawiya rêkeftina Agirbestê bi tewanên xwe yên berdewam anîn.
Û desteya bilind ya danûstandinan dît ku Encumena Ewlekariyê rêjîma Esed bi bêdengiya xwe handa ji bo zêdegaviyên bêtir di kuştinê de bike di bin siya beşdariya Rûsiya de.
Û desteyê got ku ew êrîşên bêserûber li dijî sivîlan, hewcedariya wan bi kar û rêşûnên yekser heye ji bo rêgirtina li pêş rêjîma Esed û hevpeymanên wî, da nikaribin tewanên xwe di qirkirina Helebê û şewitandina wê de berdewam bikin.
Jêder: Hevbendî