Balyozê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê li Almaniya Besam Elebdulah diyar kir, ku bombebarankirina bimebest li ser jêrxana bingehîn ya bajarê Heleba rizgarkirî bi xwe ew bersivdanek rasterast e ji aliyê rêjîma Esed û hevalbenda wê Rûsiya ve li ser pirosesa siyasî ya li Jinêvê , herwiha ew sivikatîkirina bi yasa navdewletî û bi biryarên Encûmena Ewlekariyê ye, û tawan û binpêkirineke eşkere ye li dijî mirovayetiyê.
Elebdulah daxwaza standina helwesteke hişk li dijî heryek ji rêjîmê û Misko ji civaka navdewletî û ji dostên gelê Sûriyê kir, û herwiha daxwaza destnîşankirina binpêkerên biryaran û têkbirên pirosesa siyasî bi zelalî kir.
Li aliyek din duhî wezîrê derve yê Almaniya Firank Şitayinmayir di daxuyaniyeke rojnamevanî de got ku “raportên derbarê binpêkirina xuya û hovane ji agirbestê re bi awayekî zêde tên, , ku ew binpêkirin bi taybetî ji aliyê rêjîmê ne”.
Ştayinmayir wiha jî got, ku êrîşên li dijî dezgehên sivîl û nemaze li dijî nexweşxane û pizîşk û tîmên pizîşkî dibin, ew binpêkirine ji pîverên serekî yên yasa mirovayetiya navdewletî re ye.
Wezîrê derve yê Almaniya bal kişand, ku pêwîst e rêjîma Esed biryarekî bistîne, yan bi cidî beşdar bibe di danustandinan de, û yan jî berdewamiyê bide wêrankirin û jinavbirina welat.
Herwiha dazanîn ku, ev zêdegavî dibe gefxwarin li ser pirosesa siyasî, û daxwaz ji hemû aliyan bi pabendbûna bi agirbestê kir.
Jêder: Hevbendî