Hêzên Esed û yên Rûsiya ev roja neha ye ku berdewam in di bombebarankirina Helebê bi awayekî hovane, û bombebarankirina bajêr bi gelek cûreyên mûşekên arastekirî ji firokên cengê.
Û sibeha îro roja şemiyê li ser esmanê Helebê û taxên wê yên rojhilat zêdetir ji 15 êrîşan hatin kirin, û têde mûşekên valahî û bombeyên goşeyî hatin bikaranîn, ku bûn egera kuştina gelek sivîlan di Taxên Elmûwaselat û Elme’seraniyê û Elhalik û riya Babê û Babneyrebê û navçeya Ezîzê de.
Hin çalakvanan ragihandin ku firokên şer wan cihên ku berê bombebaran kiribûn careka din piştî gihiştina tîmên bergiriya sivîl û tîmên pizîşkî bombebaran dike, ji bo xistina hejmarek zêdetir ji qurbaniyan.
Li aliyek din peyamnêrê kenala Elcezîrê got, ku firokên şer yên Rûsiya û Esed her ji duhî sibehiya roja înê ve, nekêmtir ji 40 êrîşan li ser piraniya taxên rizgarkirî pêkanîne.
Herwiha ku berî niha 17 sivîl hatin kuştin û bi dehan birîndar ketin, di çend êrîşan de li ser taxên rizgarkirî, ji wan taxan Elmu’dî û Elsalihîn û Bab Elneyreb û taxa Elkelasê û ferdos û Elmexayîr.
ji aliyekî din ve êrîşên asimanî ‘enbareke dermanan li taxa Elsalihîn wêran kir, her wiha 5 kes hatin kuştin û 25 hatin birîndarkirin, ji encama avêtina firokeyên perwane yên bi ser rêjîma Esed ve, bermîlên teqîner li ser navendeka pizîşkî li taxa Bistan Elqesir.
Jêder: Hevbendî + Wekalat