Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Enes El’ebide, diyar kir ku rêjîma Esed tawanên şer û yên dijemirov li Helebê pêk tîne.
Îro, roja şembiyê di sêyem roja civîna desteya giştî de, Ele’bide di kongirekî rojnamevanî de daxwaza rêşûnên berçav ji dostên gelê Sûriyê kir, bo rawestandina êrîşên rêjîmê li ser Helebê.
Ele’bide xuya kir ku Hevbendiyê ji dostên Sûriyê re çar pêşniyar pêşkêş kirine, ku ewjî xişteyeke demî bo rakirina dorpêçkirinê, û duwem xişteyek demî bo serbestberdana girtiyan, û siyem pêşniyar têde bête nivîsandin birgeyek ji bona dadgehkirina aliyê bi binpêkirina rêkeftina agirbestê dirabe, û çaremîn pêşniyar danîna xişteyek demî bo danustandinên siyasî.
Herwiha El’ebide dubare pêgiriya opozisyona Sûriyê bi cêbicikirina daxuyaniya Jinêv bi temamî tekez kir, û di serî de dirustkirina desteyeke fermanraniya veguhêz ya bi tevahiya desthilatên cêbicêkirinê, hevdem amaje da ku veguhestina siyasî armancek ji armancên şoreşa Sûriyê ye, û hêzên şoreşê û rikberiyê hewl didin bo bigehêjin çareseriyek siyasî têde berjewendiyên gelê Sûriyê misoger bibin.
El’ebide cext kir li ser giringiya hebûna xişteyek demî bo danustandinan di dema ku carek din destpê bike. Herwiha bal kişand ser tişta li Afrînê bûyî ku çekdarên (PYD) sivikayetî bi termên endamên artêşa Azad kirin, ku ev yek tawaneke şere û pêwîst e ew alî bo vê yekê bête dadgehkirin.
Û diyar kir ku desteya giştî ya Hevbendiyê destjikarkêşana serokê Hikûmeta Demkî bi Ehmef Tu’ma pesend kir, û rêkeftin hat kirin li ser destnîşankirina serokwezîrekî nû di heyamê deh rojên bên de.
Jêder: Hevbendî