Xwecihiya Kobanê ya bi ser Encumana Niştimanî ya Kurd ve, duh 29 Nîsanê, bi tundî kiriyara çekdarên Partiya Yekîtiya Demuqrat bi gerandina termên çekdarên dijberiyê li kolanên bajarê Efrînê di daxuyaniyekê de Şermezar kir .
Daxuyaniyê bal kişand ku ev gaveke xerab e, û dûrî sincên Kurda ne û tekez kir ku ev şer di xizmeta rêjîma Sûriyê de ye.
Endamê ENKS D.Yaşar Elî, ji bajarê Kobanê ji malpera me re ragihand ku gerandina terman li kolanên bajaran ne ji karê şoreşgeran e û got ku ev kar kiryareke teroristiye.
Elî diyar kir ku pevçûnên di navbera YPG û çekdarên dijberiyê ne di berjewendiya gelê Sûrî de ye , berdewamiya şer di xizmeta rêjîma Esed de ye û divê bidawî were.
Jêder: Hevbendî