Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî dubare tekez dike ku hemî pilan û pirojeyên berovajî vîna gelê Sûriyê, pirojeyin nerewa û neyasayî ne.
Hevbendî di vê mijarê de balê dikişîne li ser helbijartinên binav yên “PYD”ê ku bi rêka wan hewl dide pirojeyên xwe derbasî Sûriyê bike, û sûrbûna wê li ser encamdana wan helbijartinan û bikaranîna sercem kiryarên gef û tirsandinê yên kopîkirî ji riftarên banda Esed li ser bikaranîna sercem şêweyên guvaş û gefxwarinan li dijî gelê Sûriyê.
Hevbendî tekez dike ku pêwîst e her pêgavek ber bi paşeroja Sûriyê de bê avêtin divê li ser bingeha rêzgirtinê li mafê gelê Sûriyê û helbijartinên azad be, û li ser destnîşankirina paşeroja xwe bê destwerdan û neçarkirin.
Û sûrbûna wê li ser sepandina bijardeyeke pêşwext bi zibruzeng û neçarkirinê, û di demekê bimebest de, çi li bin navê helbijartinên xwecihî be yan dibin her navunîşaneke din de, rasterast mafê gelê Sûriyê yê ji bo diyarkirina çarenivîs û paşeroja xwe binpê dike, û herwiha ew hewleke xuyaye ji bo çavgirtinê ji tekoşîna xelkê Sûriyê ya li pêxema rûmet û azadiyê ye.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
21 êlûn 2017