Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, dagîrkariya Heşda Şe’bî ji Îraqê re û hewlên wê yên ji bo dagîrkirina rûberên berfireh di heman dema zêdebûna dagîrkariya Îranê li rojhilatê Sûriyê red û şermezar dike.
Hevbendî hişyariyê ji encamên vî pirojeyê li Îraqê û Sûriyê yên bi tekezî xerabin dide, hevdem ku Hevbendî piroje û pilana Îranê yên ji bo êrîşkirina li ser herêma kurdistanê û piştgiriya Heşda Şe’bî bi serkirdayetiya mezinê terorîstkaran Qasim Sulêmanî şermezar dike, û vê yekê bi destêwerdaneke neheq ji aliyê Îranê û pasdarên terorîst dibîne, û di heman demê de cext li ser yekîtiya Îraqê û yekparçebûn û parastina Sûriyê dike.
Ku pêwîst e paşeroja navçeyê bi destê xelkê wê bête nivîsandin, bi azadî û bê destêwerdana derve û hewlên sepamdina ajindên xwe bi tiving û tundrewî û terorê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
21 çiriya pêşiyê 2017