Balyoza Emerîkî ya libal Netewên Yekbûyî Nîkî Hayilî duh înê daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kir ko yekser tevbigere ji bo dema vekolînê derbarê çekên kîmawî yên ko rêjîma Esed di êrîşên corbicor de li Sûriyê bikar anîne dirêj bike.
Hayilî di namakê de bo Encûmena Ewlekariyê got “divê em yekser tevbigerin û em dema karê vekolîna hevbeş ya ji bo bikaranîna çekên kîmawî dirêjtir bikin”, tev ko dibe Mosko vîto jî li dijî dirêjkirinê bikar bîne.
Hayilî di nameya xwe de got ku tu peywendî di navbera dirêjkirina dema vekolînê bi siyasetê ve an bi encamên raportên ji pisporan re tên nîn e, wek ko Rûsya hewil dide girêdanekê têke navbera herdu mijaran, û destnîşan kir ko tenê“têklî bi berpirsiyariya ew kesên ko van çekan bikar tînin re ye, çi dewletên endam di Netewên Yekbûyî de bin an jî kartêkerên nedesthilatdar bin.”
Pisporên di çarçoveya alavên vrkolîna hevbeş di navbera Netewên Yekbûyî û Rêkxistina qedexekirina belavbûna çekên kîmawî, berpirsiyariya êrîşên kîmawî bi gaza kilor li ser sê gundan sala 2014 û 2015ê dane ser milê rêjîma Esed û berpirsiyariya bikaranîna gaza Xerdel sala 2015ê dane ser milê rêkxistina Daiş.
Berê jî Emerîka, Firensa û Birîtanya rêjîma Beşar Elesed bi êrîşên kîmawî li ser Xan Şêxûn tawanbar kirine. Û dibe jî ku raport tawaneke din bide ser milê rêjîmê derbarê vê êrîşê ya ko 83 şehîd li gora Netewên Yekbûyî tê de çûne.
Hatiye biryardan ko Encûmena Ewlekariyê di çêriya paşî de mijara karûbarê pisporên Netewên Yekbûyî û rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî bo Sûriyê gotûbêj bike, û gerek pispor di 26ê çêriya pêşî de derbarê êrîşa bi gaza Sarîn di 4ê nîsanê de li Xan Şêxûn li gundewarê Idlib raporta xwe derînin.
Berê raporteke “Humen Rights Wotch” sê nîşan di vê derbarê de diyar kiribûn ko Firokên cengê yên rêjîmê bombeyên heybera bandorê li damaran dikin di 4 cihan de ji 12 çilê pêşî yê borî ve bikar anîne û Xan Şêxûn yek ji wan e, û bikaranîna rêjîmê ji çekên bi kilorê dagirtî ji hilîkopteran bêtir rêkxistin kiriye, û nîşana sêyem ko rêkxistinê şopandiye ew e, hêzên bejî yên rêjîmê an yên hogirên wê dest pê kirine, çekên ku ji erdê tên bikaranîn û heybera kilorê di wan de ye bikar bînin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans