Ragihandinek Rojnamevanî
Nesir Elherîrî
Emîndarê Giştî Yê Hevbendiya Niştimanî Ya Sûriyê
3ê Êlûnê 2014
Rijêma Esed bi gelek helmetên leşkerî dixwest berxwedana Cober a Şamê bişkîne û derbasî taxê bibe lê nikarîbû, tevlî dorpêçkirin û wêrankirina rêbazkirî ji berî du salan de.
Lê ji berî demekê de rijêmê şerê xwe yê dijî cober gurtir kiriye, û hemi cûreyên çekan tevlî firok û mûşekên kontrolkirî bikar tîne.
Em ji civaka navdewletî dixwazin ku xebatekê bike da van oparasyonên rijêma Esed li taxa cober rawestîne û sivîlên di taxê de dorpêçkirî ruha bike,û operasyona wêrankirina rijêmê ya rêbazkirî -li gor hin çalakvanan- rawestîne.ku vê carê coreyek nû ji çekên wêranker bi kar tîne û ew jî mûşekên bi peraşot in , guman heye ku ew ji Çiyayê Qasiyûnê ber bi deverên bobelatbûyî ve têne berdan.