Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Nûra Elemîr got: “Îro Serokê Emerîkî Barak Obama di kongirê Rojnamevanî de tiştekî nû pêşkêş nekir, wek dihat texmîn kirin, gerek bû nêrîneke zelal ji bo şerê li himber tiroristiyê li Rojhilata Erebî pêşkêş kiriba.
Helwesta Emerîkî ji bo rawestandina kuştina rêbazkirî ji miletê Sûrî re ko bi destê Rêjîmê û Daişê dibe,helwesteke qels e.”
Elemîr axaftina Obama weha anî ziman: “ti nêrîna zelal tê de tune ye beraber metirsiya tiroristiya Esed û Daişê li Hermêmê bi sedema nebûna viyaneke siyasî rasteqîne ji bo çareseriya ketwara Sûriyê.”
Hêjayî gotinê ye, kongirê Rojnamevanî çêbû ji ber rexneyên ji aliyê fraksyona wî ya Dîmuqrasî û hevrikên wî yên Komarî hatin kirin, ji ber helwesta wî ya hefteya buhûrî dema ragihand ko heta nuha Emerîka ne xwedana stratîciyekê ye li himber Daişa tirorist.
Elemîr axaftina xwe weha bidawî anî: Bila Emerîka bizanibe ko awayê herî serkeftî di têkbirina tiroristiyê de nabe ji bilî ko şerê Esed û Daişa tirorist bi hev re bête kirin. Û ji aliyekî dî ve çi stratîcî li Herêmê ji bo şerê tiroristiyê tu caran biser nakeve eger Artêşa Azad piştguh bibe, Artêşa Azad serkeftina xwe bicih anî beraber pêla tundrewiya kor ya ko Rêjîma Eesed bi wê êrîşî Herêma Rojhilat kir da hebûna xwe a siyasî xurt bike.
Jêder: Hevbendî