Daxuyaniyeke Rojnamegerî
Wek bersivekê li ser tiştê ku li ser zimanê axêverekî bi navê wezareta karê derve ya Rûsî derbarê serdana şandekê ji Artêşa Azad bo Mosko, jêdereke pirsyar ev yek ragihand:
Hevbendiya Niştimanî tiştê ku li ser serdana şandekê ji Artêşa Sûrî ya Azad bo Mosko belav bûye, yan lidarxistina tu kesî ji berpirsên wê ji civînê re bi berpirsên Rûs re bi nebûyî salix da , û dibîne ev nûçe beşek ji operasyona şaşkirina raya giştî ye, armanca wê jiberçavbirina têkçûna êrîşên Rûsî li ser milletê Sûrî di hefteya xwe ya çaran de, herweha ziyanên ku bi serê Hêzên dagîrkerên Iranî û milişiyên regezperist ku bi wan ve girêdayî ne hatine.
Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê Û Hevrikiya Sûrî
Nivîsgeha Ragihandinê
26 Cotmehê/Oktober 2015