Agahnameyeke Rojnamevanî
Nûra Elemîr
Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
20.09.2014
Desthilatên Libnanê, Berdevkê Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyê li Humsê Çalakvanê navdar Ehmed Elqesîr, roja pêncşema çûyî li Herêma Mesyeda nêzî Ersal, û hevalên wî Besam Elhicêrî û Fadî Emmar Elhelebî bi tawana ko di rêkxistineke tirorist de ne girtin, tev ko Ehmed Elqesîr û Fadî Elhelebî, endamên Şandeya gotûbêjan bûn ji bo berdana Leşkerên Libnanê yên ko li bal Rêkxistina “Dewleta Islamî” girtî bû.
Em di Hevbendiya Niştimanî de dozê li Desthilatên Libnanî dikin da Elqesîr û yên digel wî berdin, û asayî û saxlemiya wan biparêsin, da rola xwe di alîkariya şandeya nav borî de, bi hevkariya Desteya Zanyarên Misilman re berdewam bikin. ev tişt dihêle berpisiyariya desthilatên libnanê pirtir bibe.
Herweha em dikarin çalakiyên Elqesîr di şoreşa Sûriyê de bibîr bînin, û rola wî di vegerandina aramiyê boErsala Libnanî di edemeke kurt de, herweha çalakiyên wî yên aştiyane di piştgiriya Penaberên Sûriyê li Libnanê .