Dr. Nesir Elherîrî Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî yê ko serokatiya Komîta Vekolînê di bobelata mirovî ya Derzîdana Sorikan, di vekolînan bi aliyên berpirs yên kampanya Derzîdanê re berdewam e. di evê derbarê de digel serokê Komîtê û Endamên ko bi Kampanya Derzîdanê ve peywendîdar in, hevdîtin kir .
ji Endamên Komîtê Dr. Hîşam Eldêrî pispor û akadîmiyê amadekirina programê Derzîdanê û berpirsê wê yê berê di Desthilata Sûrî de li serdema Rêjîmê, û hem jî serokê sendîkeya Parêzeran Ebdulcelîl Elherîrî û Muhened Ebdulqadir.
Hem jî dermanzan Dr. Ehmed Eltirkawî tevli komîteyê bûye. Di hevdîtinê de Elherîrî got: “Gerek em bi pey mijarê bikevin û vekolînê di sedeman de bikin û yên ko bûne sedem jî bêne sizakirin.”
Herweha Suhêr Eletasî Seroka Yekîniya Hevrêzî û piştgiriyê di hevdîtina Komîtê de tekez kir: “Hemû derzîdanên ko hatibûn Yekîniyê saxlem bûn û hîç şûşeyên xerabûyî tune bûn.”
Û li gora evê yekê Tîma Vekolînê dest bi pêzanînên ko dane hav kirin, û gelek hevdîtin bi wan kesên ko çavdêriya rsetrast li ser kampaniyê kirine, ji bo sedemên ko wek komîteyê salix da “Bobelata mirovî di jiyana Şoreşê de”
Herweha Elherîrî Serokê Komîta vekolînê got: “Vekolîn berdewam in, û encamên vekolînê yên destpêkî wê nehînî bin, heta komît evan herdu rojan karê xwe bidawî bike, lê em sozê didin emê Tawankar siza bikin û em ê mafê zarokên xwe jê bistînin.”
Herweha em soza ronîkirina rastiyê didin wan girtiyên ko li bal Dadgehên Idlibê, ji yên ko xwe gorî dikirin, ji bo şahiyê li dilê zarokên ji aliyê Rêjîmê ve dorpêçkirî ne biçînin. Û got: Ez di helwîsta we digihêjim û sozê didim we emê Tawankar nas bikin û siza bikin, yek ji dijwartirîn tiştan e, ko yek jiyana xwe tûşî metirsiyê bike da jiyanê di laşê zarokan de biçîne, û ji nişka ve bibîne ko mirin di laş wan de çikandiye”
Jêder: Hevbendî