Nesir Elherîrî sekeretêrê giştî yê Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê di serdana xwe de bo Yekîneya Hevrêziya Alîkariyan, tekez kir ku:” Yekîne beşek e nayê cudakirin ji saziyên şoreşê, ya wek yek ji girintirîn destkeftên hawarçûnê tête pejrandin, ku hevbendiyê di qonaxa dorpêçkirin û topbarandin û wêrankirina bernamekirî ya çeteyên Esed li dijî sivîlan dabû damezrandin “. herwiha Elherîrî tekez kir ku:” erkê saziyê dikeve di hevrêzkirina alîkariyên diravî û keresteyê berçav yên pêşkêşî Sûriyan di sosreta wan ya mirovî de, ya diktatoriyeta Esed peydakiriye dibin, rêjîma ku fişara li gelê sûrî dike di riya pêwîstiyên jiyanê re bi pêkanîna dorpêçkirin û rêgirtinê li pêş derbasbûna derman û kelupelên pizêşkî û qedexekirina hilmetên vaksînên zarokan li navçeyên serhildêr “. Herwiha sekertêrê giştî di serdana xwe de, hevdîtin ligel fermanberên Yekîneyê re bi serokatiya Suhêr Etasî kir, û ji nêzîk ve li rewşa “kargêriya tîma Yekîneyê di dema belgekirin û karkirinê de û dabeşkirina alîkariyan li ser Sivîlan” temaşa kir. herwiha Elherîrî li dawiya hevdîtinê de hin şîret di çend xalan de li wan kirin, ji bo çalakirina encamdana aktîv kirina tîma Yekîneyê bi şêwazekî baştir, û herwiha balkişand li ser hin xalên nerênî, yên ku pêwîste bilez bêne çareserkirin ji boyî bilindkirina astê saziyên şoreşê ber bi karekî pîşeyî û birêkupêk”. Herwiha Elherîrî di hevdîtina xwe de ligel karbidestên yekîneyê dazanîn û amaje kir ku:” Erk û karê saziyên alîkariyên firiyadçûnê yên hevbendiyê ne bi tenê di pêşkêşkirina alîkariyan de ye li ser rikberên rêjîma Esed, belê li ser hindê re bo dabînkirina alîkariyên mirovî bê ciyawazî ji hemû welatiyan re, ji ber ku şoreş ya teva ye bê cudayî, herwiha heta yên ku pêwendiyên wan bi şoreşê re nebin jî ew beşek ji şoreşê ne, ji ber ku şoreş cidahiyê nake di nav welatiyan de li ser bîr û boçûnên wan yên siyasî û êdolojî, , pîvana saziyên firiyadçûna mirovahî tenê ewin, pêdiviya wan kesan ji alîkariyan re û sûrîbûna wan e “.
Jêder: Hevbendî