Îro di raportekê de, Tora Sûrî ya mafên mirov, ji civaka navdewletî daxwaza “Ruhakirina 20 hezar kesên di hindurê kampa Yermûk de, ku jiyana wan di metirsiyê de ye, û daxwaza bizavek lezgîn kir ji bo neçarkirina rêjîma Esed li ser cêbicêkirina biryara Encûmena asayîşa navdewlatî ya jimara 2139, û karên rêgir li dijî rêjîmê bikin” kir. Herwiha di heman raportê de hatiye ku ” ji roja 9ê êlûna 2014an û heta çapkirina vê raportê, rêjîma Esed bi yekcarî Av biriye li ser xêmetgeha Yermûk û li ser hin beşên taxa Eltedamin li Şamê, ji ber vê çendê hin nişteciyan û bi alîkariya hin komeleyên xêrxwazî hin bîrên tirwazê bo derxistina avê kolane, lê ji ber ku ev av bikêrî vexwarinê nayê, nişteciyên li wan navçeyan tûşî hin nexweşiyan dibin”. Herwiha heman raportê amaje kiriye ku:” ji ber nebûna ava vexwarinê hin nişteciyan jiyana xwe dane ber metirsiyê, ku çûne navçeyên doruber, û bi vê çendê jiyana xwe tûşî metirsiyê dikirin ji ber armanckirina guleyên sekvanên rêjîma Esed yên ku xêmetgehê dorpêç dikin”. hêjayî gotinê ye ku berî niha rêjîma Esed av qotkiribû li ser taxa Elhecer Elesewed, û têzanîn ku Tora Sûrî ya mafên mirov li ser qutkirina avê li ser taxa navborî bangewaziyeka hawarhatinê dabû, li berwarê 14/09/2014an, ku hêjî av li ser heman taxê qutkirî ye”.
Jêder: Tora Sûrî ya mafên mirov