Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê hest bi torebûnê dike li hember daxuyaniya berbijarê komarîxwazan bo helbijartinên serokayetiya Amerîka Bin Karson dema ku kesên koçber yên bazdayî ji bombebarankirina Esed wek ” segên har” binav kirin!.
Hevbendî tekez dike ku wek van gotinan bêsiyanet û bêrêzî ye li hestê mirovatiyê, ku pêwîstî hebû ku diktatorê Sûriyê Bişar Esed yê bûyî sedema kuştina 400 hezar kesên sivîl û koçberkirina bêhtir ji nîvê gelê Sûriyê bihata şermezarkirin, ne qurbanî bêne êşandin.
Hevbendî ji rêveberiya serok Obama û ji Kongirêsê û herdu partiyên komarîxwaz û demokrat dixwaze bo pirotistokirina daxuyaniyên weha, û herwiha bo xistina cudahiyê di navbera koçberên ji zordestiya Esed direvin û wan aliyên tirajiydiya miletê Sûriyê bikar tînin ji bona encamdana kiryarên terorîstî yên şermezarkirî.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
2o Çiriya Paşîn 2015