Daxûyaniyek Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê tekez dike ku ew êrîşên hêzên rêjîmê û hevalbendên wê bi berdewamî dibe ser hejmarek ji deverên gundewarên Şamê, her weha kuştara hovane ya ku balafirên dagîrkeriya Rûsî roja duşemê “13 çiriya paşî” li bajarê Etarib li gundewarê Idlib pêkanî, wek rêbazeke armanckirina berdewam ji sivîlan re bi merema têkbirina çareseriya syasî bi riya binpêkirina rêkeftinan û berdewamiya kuştin û tawankariyan.
Raporên tên, diyar dikin ku bidehan şehîd û birîndar ketine, ji encama bumbebarankirina Rêjîmê ji bajar û bajarokên Xûta rojhilat ya dorpêçkirî re bi mûşekan û bumbeyên goşî.
Bumbebarankirina duh bû sedema ketina 11 şehîd û birîndarên sivîl, û zarok jî di nav wan de hene li bajarokê Beyt Sewa rojhilatî Şamê, her weha jinek û zilamek jî li Dûma û Seqba şehîd kirin, piştî ketina bidehên şehîd û birînarên sivîl di rojên bûrî de li Dûma û Hemûriyê û Seqba û Kefirbetna û Midîra, û ew dever tev jî ji yên rêkeftina kêmkirina asta şer in.
Û li gor serhejmêrên destpêkî di sê rojên bûrî de 37 kes şehîd ketine, û bêhtir ji 200 kesên din birînar bûne li deverên corbecor yên Xûta rojhilat ya ku tûşî bêhtir ji 1000 aviştokên hawinê û 35 mûşekên goşî û zêdetir ji 130 êrîşên asîmanî bûne, her weha raporan amaje kirine ku hêzên Rêjîmê xaza kilora şehrîn ya qedexekirî roja pênşembê 17ê çiriya paşî bi kar anîye, dema deverin li Heresta ya Xûta rojhilat armanc kirin, her weha helîkopterên wê bermîlên teqîner yên kilor di wan de bi ser Bêt Cin li gundewarê Şamê yê rojhilat de avêtine û ev binpêkirin e ji biryara Encûmena Ewlekariyê re ya nimare 2209 û ya 2235, û bumbebarankirina Bêt Cin bû sedema çêbûna bêhnçikandinê piştî belavbûna bêhna kilorê û dûyekî rengê wî zer bû.
Û ji roja komîta vekolînê ya derbarê bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyê hatiye çêkirin, rêjîma Esed û hevalbendên xwe hewldanê berdewam ji bo astengkirina karê wê dikin, di riya karên diblomasî re li Encûmena Ewlekariyê yan jî bi riyên tewankariyan û pêkanîna tewanên bêhtir li ser xakê, û îro karê bi wê komîteyê hatibû spartin bidawî bû, û komît giyabû encamekê ku Rêjîm berpirsyar e diber bikaranîna xaza sarîn di êrîşa li ser Xan Şêxûn de.
Têkbirina pêvajoya siyasî armanca sereke û take-bijardeya rêjîmê û hevalbendên wê ye, ji lewra eger dewletên dostên gelê Sûriyê dilêşên çareseriya siyasî ya rasteqîn bin, ji wan tê xwestin ku van êrîşan şermezar bikin û erkên xwe hilgirin û fişareke rastî bidin ser Rêjîmê û hevalbendên wê ji bo bi mercên çareseriya siyasî li gor biryarên navdewletî û lêvegera Cinêv1 pabend bin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
17 çiriya paşî 2017